"Me gelek astengî dîtin lê me îradeya xwe parast"

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî Newroz Edo bi wesîleya salvegera komkujiya li ser Şengalê axivî û êrîşên ku ji wê demê ve didomin şermezar kir.

FERYAL MIHEMED

Heleb- Di 3’yê Tabaxa 2014’an de di encama planên ku bi salan hatin kirin de êrîşeke berfireh li ser Şengalê pêk hat. Ev êrîşa ku di piştperdeya wê de gelek alî di navê de hebûn, ji aliyê DAIŞ’ê ve li ber çavên hemû dewletên cîhanê pêk hat.

Der barê vê mijarê de Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî Newroz Edo ji ajansa me re axivî.

 "Komkujiya li ser Şengalê ji bo me rojeke reş e "

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî Newroz Edo der barê 8’emîn salvegera komkujiya li ser Şengalê de nêrîna xwe wiha anî ziman" :Em weke gelê Êzidî dema vê komkujiya li ser Şengalê hatiye meşandin bi bîr tînin, wê êşê hîs dikin. Wê komkujiyê, wekî gelek êrîş û komkujiyên din di dilê me de birînên kûr vekirin. Her wiha li ba me rojeke reş e. Ev êrîşa ku hatiye kirin, fermana 74’an e li ser Şengalê lê  fermana di 2014’an de ya herî mezin bû li ser gelê me yê Êzidî li Şengalê.

“Li Şengalê her kes bû hedef”

Newroz Edo wiha bedewam kir":Dema ku ev êrîş li ser Şengalê çêbûn pêşmerge reviyan, çekan ji destên gel girtin ji bo tu kes parastina xwe neke. Gelê Şengalê bê parastin hiştin. Dema ku DAIŞ debasî Şengalê bû di heman demê de ev derbasbûn bi erêkirina dewleta tirk a dagirker û hikûmeta Iraqê û PDK’ê bû. Van hêzan rê vekirin û derfet dan ku DAIŞ bikeve  Şengalê lê li hemberî wê hêzên me yên gerîla û YJA Star xwedî li gelê Şengalê derketin û rê nedan dagirker bi hêsanî bikevin Şengalê. Piştî êrîşa DAIŞ’ê gelê me yê Êzidî xwedî li xwe derket û xwe bi rêxistin kir her wiha hêza xwe ya YBŞ YJŞ’ê li hember dagirkeriyê ava kir û heya ku em gihîştin azadiya xwe me gelek şehîd dan. Gelek rêberên civaka Êzidî şehîd ketin.”

"Îşkenceya ku li jinên Êzidî hat kirin li hemû jinên cîhanê hatiye kirin"

Newroz Edo di dawiya axaftina xwe de wihagot: “Ez weke jinek Êzidî bang li hemû jinên cîhanê dikim û dibêjim ku îşkenceya li jinên Êzidî hatiye kirin, li hemû jinên cîhanê hatiye kirin û ji bo wan hemûyan heqaret e. Divê jin li her derê cîhanê ji bo êrîşên li dijî xwe şiyar bin, hay ji hev hebin û nehêlin ku mafên wan wisa bi hêsanî werin desteserkirin.”