Dewleta tirk êrişî li Til Rifetê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn

Dewleta tirk a dagirker carek din êrişî bajaroka Til Rifet a kantona Şehbayê kir. Di encama êrişa dewleta tirk de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn.

Şehba - Di van saetên dawî de dewleta tirk a dagirker bi rêya balafira dironê carek din bajaroka Til rifet kir hedefa xwe. Di encama êrişa dewleta Tirk a li ser Til Rifetê 6 jê zarok bi giştî 9 kes birîndar bû. Tê payîn ku rewşa birîndarekî giran e.

Li gor agahiyên ku ketine destên me navê birîndarin wiha ne;

Hisên Bêrem Elîko 47 salî,

Orîvan Mihemed Ebdo 15 salî,

Diyene Osman 6 salî,

Hesen Cemal Qasêm 7 salî,

Avrîn Ebd Elruhman Heyder 13 salî,

Mehmûd Xerîb Memo 5 salî,

Ronahî Silo 27 salî,

Raziye Reşo Omer 23 salî û

Sebah Henan Hemo 10 salî.

Tê payîn ku birîndaran ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Avrîn a girêdayî Faf3inê.

Dewleta tirk a dagirker beriya çend rojan di 26’ê Tîrmehê dîsa êrîşên xwe bir ser Til Rifet û di encama wê de 6 jin jhatin hedef girtin û di nav de jinek ciwan şehîd bû. Her wiha di sala 2019’an de dewleta tirk komkujiyek li Til Rifet pêk anî û di encama êriê de 8 jê zarok 12 kes jiyana xwe jidest dan.