Mamosteyên bi peyman yên Kelarê dest bi xwepêşandanê kirin

Mamostayên bi peyman yên Kelarê ji bo bi cihkirina daxwazên xwe yên ji bo fermîkirina dest bi xwepêşandanan kirin.

HAWJÎN ŞIKUR

Germiyan - Îro beriya nivro mamostayên bi peyman yên perwerdeya Kelar li ber banqa Germiyan ji bo bi cihkirina daxwazên dest bi xwepêşandanê kir, daxwazên bingehîn yên mamostayan bi fermî tayînkirin dayîna muçeyan û heta niha mamostayên bi peyman muçeyê meha 5 negirtine.

Daxwazên sereke yên yên mamostayên bi peyman daxwaz ji encûmena wezîran dikin di demek nêz de piroje yasaya wezîrê perwede bi cih bike û mamostayên bi payman bi fermî tayîn bibin.

Daxwazek din ya mamostayên bi peyman yên di xwepêşandanê de di aliyê darayî de alîkariya wan bikin di demek ku ev emeha 8 nêz dibe lê belê heta niha muçeyê xw eyê meha 5 negirtine.

Mamostayên çalakî li darxsitin dan diyarkirin ku qadên din yên perwerdeyê muçeyên xwe girtine û gelek caran hatine ber deriyê banqê ji bo wergirtina muçeyan, lê belê heta niha kesekê bersîv nedaye.

Xwepêşanderan bi bîr xist ku di raya giştî de mafê wan tê binpêkirin, heta ku biryara bi fermî neyên tayînkirin û muçeyê wan neyê dayîn wê çalakiyên xw eberdewam bikin.