Malbat dixwazin dengê wan were bihîstin

Xizmên girtiyan li ber edliyeya Amedê daxuyanî dan û gotin ew ê di çalakiya xwe de bi israr bin. Her wiha xizmên girtiyan gotin:"Em wekî kurd xwediyê vê axê ne. Em ê mafê xwe biparêzi."

Navenda Nûçeyan - Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatibû şewitandin dest li Amedê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê ya li ber edliyeya Amedê didome. 

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, Komeleya 78'an a Amedê, MED-DER'ê piştgirî dan nobedê. 

Kesên xwedî bi wijdan divê xwedî li nobetên edaletê derkevin

Xizma girtiyan Herdem Merwanî da zanîn ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin ev 9 meh in li qada ne û got ew ê bi israr bin. Her wiha Herdemê da zanîn ku ew mafên mirovan diparêzin û got divê her kesên xwediyê wijdan bin li çalakiyên Nobedên Edaletê xwedî derkevin. 

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.