Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bi sedema kiryar nehatine girtin bertek nîşanî dadgehê dabûn û bi îdiaya ‘Gefxwariya li dadgehê û heqaretê’ doz li wan hatibû vekirin hat taloqkirin.

Riha- Ciwanên bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20 Cotmeha li pêşiya Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsa Rihayê kom bûn, li dijî wan êrîşa bombeyî hatibû kirin. Der barê kesûkarên 33 ciwanên divê êrîşê de hatin qetilkirin de doza ku hat vekirin berdewam dike.

Di 21’emîn danişîna doza Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê cotmeha 2021’an de hatî dîtin malbatan ji ber nedîtina kiryaran bertek nîşanî dadgehê dan. Bi ideaya ‘Gef li dadgehê xwarin û heqaret kirin’ der barê 9 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna 3’emîn, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Rihayê hat dîtin. Malbatên Pirsûsê yên tên darizandin û şahidên komkujiyê tevli danişînê nebûn. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel, Dîcle Aksu û Serdar Tum di danişînê de amade bûn.

Ji bo îdiayên heqaretê qeydên SEGBÎS’ê hat xwestin

Îfadeyên kesên di dozê de tên darizandin di demên berê de hatibûn girtin û danişîn bi qeydkirina îfadeyan li dosyayê dest pê kir. Ji parêzeran Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku doza mijara gotinê bi tawanbariya heqareta li dijî şandeya dadgehê hatiye vekirin û wiha got:

“Em dixwazin qeydên SEGBÎS’ê yên danişîna tê îdiakirin heqaret tê de hatine kirin li dosyayê bên zêdekirin û çareserî were pêşxistin. Dema dosya baş hat lêkolînkirin û parastina hemû kesên tên darizandin temam bû, em ê parastina xwe bikin. Em dixwazin hûn demê bidin me.”

Danişîn hat taloqkirin

Dozgerê dozê xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê piştî daxwazan biryara xwe da û ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ku li Girtîgeha Marmarayê tê girtin li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bibe muzakere were nivîsandin, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê qeydên parastinê yên tevli danişîna 21’êmîn bûn weke CD ji dadgehê re bişîne û danişîna din taloqî 7’ê sibata 2024’an kir. 

Çi bûbû?

Di danişîna ku di 20 Cotmeha 2021’ê de hat dîtin serokê giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumukulu di danişînê de daxwaza darizandina edlî kir. Çagla Seven, Koray Tutkan, malbatên qurbaniyên Pirsûsê Fethî Aydin, Sultan Yildiz, Mehmet Ozkan, Ozgen Sadet, Yusuf Yurtgul, Yasemîn Boyraz’ û di heman demê de der barê parêzer Sezîn Uçar ku li Pirsûsê dihatin darizandin de dadgehê gilî kir.

Piştî gilîkirinê ji aliyê serdozgeriya komarê ya Rihayê ve der barê nav kesên mijara gotinê de bi îdiaya ‘gef û heqartê’ lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû îdianameya ku ji aliyê serdozgeriya komarê ya Rihayê ve hatiye amadekirin, ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ve di 28’ê Cotmeha 2022’an de hat erêkirin.

Di îdianameyê de heyeta dadgehê bi îdiaya ku ‘heqeretê’ der barê Şahîn Tumuklu, Çagla Seven, Koray Turkay, Fethî Aydin, Sultan Yildiz, Mehmet Ozkan, Ozgen Sadet, Yusuf Yurtgul û Yasemîn Boyraz de daxwaz kir ku bi benda TCK 125 (Ji sê salan heta du salan cezayê girtîgehê yan jî bi cezayê pere werin cezakirin) cezakirin. Doza parêzer Sezîn Uçar hat tefrikkirin. Doz şandin buroya lêpirsina sûcên parêzeran.