‘Dewleta Tirk neft û avê mîna qerta zextê bikar tîne’

Çalakvan Şine Elî ya li dijî hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê ya Iraqê axivî, bal kişand li ser berxwedana xelkê Mexmûrê ya hewldana dorpêçê şikandin û got, “Dewleta Tirk neft û avê mîna qerta zextê li dijî Iraqê bikar tîne.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl da derdora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têl û kûleyan dorpêç bike. Ji roja destpêkê ve heya roja dawî ango roja 16’an penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyan û di encama berxwedana gel de artêşa Iraqê xwe vekişand û hewldanên wî yê dorpêçê şikiya. Der barê hewldanên dopêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê û berxwedana gelê Mexmûrê de çalakvana ji Başûrê Kurdistanê Şine Elî axivî.

Şine Elî da zanîn ku Kurdên Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçberê Iraqê bûne û got: “Dewleta Tirk li wargeha Mexmûrê jî bela xwe ji Kurdan venake û hewl dide bi destê Iraqê wargeha Mexmûrê dorpêç bike. Ji ber wê zextê li Iraqê dike. Gelê Kurd li ku derê be xwedî îradeyek bi hêz e daxwaza mafên xwe yên rewa dike. Ji ber wê jî dijminên Kurdan ji hebûna wan û şoreşa wan  ditirsin. Dewleta Tirk bi neft û birandina avê zextê li Iraqê dike û weke qerta zextê bi kar tîne.”

4 sal in li dijî ambargoyê li berxwe didin

Şine Elî amaje bi vê yekê kir ku wargeha Mexmûrê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve bi awayekî fermî hatiye naskirin û got: “Kurdên wargeha Mexmûrê vê cihê çol û tijî dûpişk û zuha veguherandin cihekî şîn û jiyanê ji nû ve lê ava kirin. Dagirker nikarin wargehek bi vî awayî dagir bikin û wan bêdeng bikin. Hemû şiniyên Mexmûrê şoreşger in û daxwaza mafên xwe dikin. Ji ber dorpêça PDK’ê ya li ser wargeha Mexmûrê di sala 2019’an de ji ber rêgiriyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.  Dewleta Tirk hêdî hêdî dixwaze herêmên din ên Kurdan dagir bike.”

Banga helwesa hevpar

Şine Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hezaran kîlometre hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û li ruxmê nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê jî ji ber nebûna helwestê ji aliyê hikumeta Herema Kurdistanê û Iraqê ve ev dagirkerî berdewam dike. Şine Elî bal kişand êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û wiha got:

“Niha li Tirkiyeyê bi hezaran azadîxwaz di girtîgehan de ne û divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hemû bikevin tevgerê. Me çawa di dema erdheja li Bakûrê Kurdistanê çend kampanya ragihandin û hevkariya Kurdên Bakur kir, divê bi heman awayî em kampanyayan ji bo Kurdên Mexmûrê jî ragihînin. Ji ber ku Kurdên wargeha Mexmûrê piraniya wan heta niha nikarin biçin nexweşxaneyan û pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Li ku dibe bila bibe çi tişt li dijî Kurdan were kirin divê em li dijî wê rabin, helwest nîşan bidin û xwedî li hev derbikevin.”