Malbatên girtiyan: Divê her kesek xwedî li girtiyan derbikeve

Malbatên li pêşiya ATK’yê hatine cem hev, ji bo xizmên xwe yên nexweş û berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan azadî xwestin.

Amed - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan di roja 247’emîn de berdewam dike. Xizmên girtiyan îro li pêşiya saziya ATK’ê hatin cem hev û dest bi nobetê kirin. Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Şaxa Komeleya 78’an a Amedê, Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li daxûyaniyê bûn. 

“Emê van binpêkirinan qebûl nekin”

Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Încî Guler axivî û diyar kir ku ew bi mehan e çalakiya xwe didomînin û rayedaran ji bo daxwazên wan tu gav neavêtine. Guler, der barê rewşa girtîgehan de ev tişt gotin: “Heke bi qanûnên xwe bikirana, girtî îro di girtîgehan de nedibûn. Ez dixwazim her kesek destê xwe dane ser wijdana xwe. Ez niha dibînim ku dilê her kesî li hemberî me mîna kevir bûye. Divê her kesek xwedî li girtiyan derbikeve. Ev dijminatî ji ber çi ye? Îro girtiyên nexweş nikarin daxwaza çûna nexweşxaneyê jî bikin. Ji ber ku wan diavêjin qawîşên yekkesî. Çi dibe bila bibe em ê van binpêkirinên mafan qebûl nekin.”

“Divê her kesê ku dibêje ez mirov im li dijî vê rewşê deng derxîne”

Bi domdarî Guler ji bo partiyên siyasî jî ev bang kir: “Zagonên ku ji meclisê derdikevin bi destnîşanên we derdikevin. Bila vê yekê baş bizanibin; edalet bingeha jiyanê ye. Birayê min di girtîgehê de ye û di nav lîsteya nexweşên giran de cih digire. Divê her kesê ku dibêje ez mirov im li dijî vê rewşê deng derxîne."

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.