Li Îranê ji 30 hezarî zêdetir kesayet piştgiriyê dan hûnermendên jin

Zêdetirî 30 hezar kes piştgirî dan daxwaznameya ku 800 jinên sînemager û şanoger ên li Îranê, li dijî tacîz, destavêtin û şîdeta di pîşesaziyê de dane destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê 800 jinên sînemager û şanoger li dijî tacîz, destavêtin û tundiyê di pîşesaziyên xwe de kampanyayek dan destpêkirin. Jinan daxwaza avakirina komîteyên serbixwe yên li dijî van sûcan, amadekirina yasayên nû û pêkanîna rêziknameyeke taybet a li ser sektorê kirin.

Kampanyaya îmzeyan bi taybetî piştî damezrandina tevgera "Me Too (Ez jî)" ya li Îranê ji havîna 2020’an ve hat avakirin, xurt bû. Di metna ku ji aliyê gelek kesên ji Îranê û derveyî welat ve hatiye îmzekirin ev daxuyanî hat dayîn:

“Tundiya zayendî, têkiliya fizîkî ya nedilxwaz, israr û zorî, şîdeta fizîkî û tecawiz bi rehîngirtina maf û mûçeyên jinan û tehdîdkirina rewşa xebatê ya jinan bi awayekî pergalî tên kirin. Şîdeta zayendî ya jinan di sînemaya Îranê de bi awayekî 'bilind û berbelav' berdewam e û tê paşguhkirin, lê diyar e ku li hemberî bûyerên ku piştî vê bûyerê cara yekem pêk tên, nerazîbûneke kolektîf heye. Qada nêrîn û biryargirtinê ya jinan pir bi sînordar e. Bê guman em li qadekê bi ewle, yê dûrî zordarî, tûndî û şantaja zayendî weke mafekê xwe yê bingehîn a mirovî dibînin û vê yekê dixwazin.”

Zêdeyî 30 hezar îmze hatin komkirin.

Hejmara kesên îmze avêtin metna ku ji aliyê sînemager û lîstikvanên şanoyê ve ji bo îmzeyê hat vekirin, 30 hezarî derbas kir. Îmzekarên daxuyaniya li dijî destdirêjiya di sînema û şanoya Îranê de, 5 sînemagerên jin ji bo pêkanîna komîteyeke serbixwe û ji bo şopandina vê mijarê hilbijartin. Bi avakirina komîteyê re “Kampanyaya 800 Jin” derket holê.