Malbata Doku hat binçavkirin

Polîsan mudaxeleya malbata Gulistan Doku ya li ber Wezareta Edaletê rûdiniştin, kir û malbatê sûharê wesayîta binçavkirinê kirin.

 
Enqere- Malbata Gulistan Doku ya ji dîroka 5’ê Çileya 2020’an heya niha jê agahî nayê girtin, li Enqereyê şêwrên xwe pêk anîn. Malbat îro ji Meclîsê derketin çûn Wezareta Edaletê û li wir daxuyaniya çapemeniyê dan.
Malbata Doku xwest bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtinê bike. Di navbera hêzên ewlekarî ku diyar kirin Wezareta Edaletê “ne mûsaide” û malbatê de nîqaş derket. Dema hêzên ewlekariyê xwestin malbatê li ber Wezareta Edaletê dûrbixin, malbatê bertek nîşanî vê rewşê da.
Dema deriyê Wezareta Dadê bi zincîrê hat kilîtkirin dayika Bedriye Doku li ber deriyê kilîtkirî sekinî û wiha got: "Ez heta ku bi Wezareta Edaletê hevdîtin nekim, ji vir naçim”. Polîsan mudaxeleyî malbata ku nobetê digirt kir. Dayik, bav û xwişka Gulistan Doku ji aliyê polîsan ve hatin sûharkirina wesayîta binçavkirine. Nehat zanîn ku malbat birine ku derê.