Ceren Agaç hat berdan
Ceren Agaç a piştî hat binçavkirin agahî jê nedihat girtin, hat berdan.
Navenda Nûçeyan- Hat hînbûn ku endama Jinên Demokrat a Nû Ceren Agaç di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê yên li Îzmîrê de hatibû binçavkirin û tu agahî jê nedihat girtin hat berdan. Ceren Agaç a peyama bi vîdyo weşand, da xuyakirin ku di bin çavan de rastî lêgerîna tazî hatiye û bi darê zorê serê wê hatiye şûştin. Ceren Agaç di vîdyoyê de wiha got:
"3 roj berê min birin Şaxa Zarokan. Li wir rastî tundiya derûnî hatim. Piştre li şûna parastina zarokan, min şandin parastina zagonî. Li wir rastî lêgerîna tazî hatim. Bi darê zorê serê min şûştin. Niha hatim berdan. Ji ber ku ez hatim berdan kêfxweş im, tiştên min dîtin pir zehmet bûn. Ji ber vê yekê min xwest dengê xwe bidim bihîstin. Bijî têkoşîna me ya jinan, bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî. Em ê her tim di nav hevgirtinê de bin.”