Malbata Şenyaşar: Roja ku tarîtiyê ronî bike dê ji Rihayê hilê

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dayê destpêkirin di roja xwe ya 740’emîn de berdewam dike.

Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bûbû re dabû destpêkirin, di roja xwe ya 740’emîn de berdewam dike.

‘Sedema hemû pirsgirêkan bêedaletî ye’

Malbata Şenyaşar, ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Di bingeha pergala perwerdeya têkçûyî, desthilatdariya ku tu bawerî êdî pê nayê, xizaniya ku her diçe zêde dibe û pergala darazê ya hemû tiştên neyînî yên wekî daraza ku bûye pêlîstoka siyasetê de bêedaletî heye. Roja ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê.”