Li Başûrê Kurdistanê di nava du mehan de 4 jin hatin qetilkirin

Li Başûrê Kurdistanê ruxmê ku zagonên ji bo parastina mafên jinan hene jî tundîtûjiya mêr û qetilkirina jinan berdewam dike. Di meha Sibat û Adarê de 4 jin û zarokek hatin qetilkirin û ev yek weke ‘întihar’ ketin qeydan.

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê, ji ber hişmendiya paşverû her roja ku diçe tundî zêde dibe. Daneyên ji aliyên peywendîdar ve nayên belavkirin. Zagon nayên bicihanîn û kujer nayên girtin. Nebûna zagonek pêwîst ji bo rakirina bikaranîn û hewirdekirina çek bûye sedemek sereke ya rêjeya kuştina jinan zêde bibe û sedema herî girîng jî sîstema mêrsalarî ya desthilatdariyê ye.

Ji derveyî wê jî wezareta rewşenbîriyê bi biryarekê di Hezîrana sala 2022’an de di medyayê de belavkirina daneyên kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan hat qedexekirin. Ev rewş jî bû sedem ku qetilkirina jinan ji nedîtî ve were dîtin.

Daneyên kuştina jinan di meha Sibat û Adarê de ev in:

Hewlêr

Di 18’ê Sibatê de li bajarokê Qoştebe yê girêdayî bajarê Hewlêrê jina bi navê Shajwan Sabaha 22 salî, ji aliyê mêrê ku berê pê re zewicî bû ve bi çekê hat qetilkirin.  

Her wiha li Hewlêrê jina 28 salî ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hate qetilkirin.

Soran

Li nexweşxaneya Soranê di 6’ê Adarê de zaroka 12 salî ya di êrîşa bi çek de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Malbata zarokê îdia kir ku ‘întihar e’ lê bele hê encama lêpirsînê nehatiye aşkerakirin. 

Kelar

Li Kelarê jinek bi fetisandinê hat qetilkirin. Der barê bûyerê de du mêrên gumanbar hatin girtin.

Kifrî

Li Kifrî di 10’ê Adarê de jinek bi çekê hat qetilkirin.