Malbata Şenyaşar: Helbet dê rojekê ev zilm biqede

Malbata Şenyaşar a ku nobeta edaletê didomîne, wiha got: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam heye. Dozgerê ku hesabê qetlîamê bipirse tune ye. Helbet dê rojekê ev zilm biqede.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 506’emîn de berdewam kir. Malbatê ku di saetên serê sibehê de ji mala xe ya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê, li ber derenceyên edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin.

“Em bi bê edaletiya herî mezin re rû bi rû ne”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê, bang li Wezareta Dadê kir û ev parvekirin kir: “Di nava mekanizmaya edaletê de em bi bêedaletiyê herî mezin re rûbirû man. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam heye. Dozgerê ku hesabê qetlîamê bipirse tune ye. Helbet dê rojekê ev zilm biqede.”