Ji xizmên girtiyan banga hevgirtinê

Xizmên girtiyan ên ku Nobeta Edaletê 254 roj in didomînin, ji partiyên siyasî re banga hevgirtinê kirin.

Amed - Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê dabûn destpêkirin di roja 254'yemîn de didome. Di çalakiyê de endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê jî piştgirî dan çalakiyê. 

“Divê qanûnek were derxistin”

Di daxuyaniyê de dayika Civan Boltan, Nazîme Boltan anî ziman ku ev 9 meh in nobetê digirin û wiha got: “Girtiyên me nexweş in, kal in û em dibêjin divê di zûtirin demê de bên berdan. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê ew girtî yan li malê bên dermankirin an jî tedawiyeke baş li wan were kirin. Em her roj banga edaletê dikin û dibêjin ku li gel doza zarokên xwe ne.” Nazîme Boltan, destnîşan kir ku wezereta edeletê qanûna xwe bi cih nayîne û wiha domand: “Ji bo nexweşên girtî û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin divê qanûnek were derxistin.”

“Em xwe û zimanê xwe înkar nakin”

Nazîme Boltan anî ziman ku sedema van nêzikatiyan kurdbûna wan e û axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê divê baş pê bizanin ku em xwe û zimanê xwe înkar nakin. Min çar salan kurê xwe nedît. Bila zarokên me bînin cem me da ku bibînin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin.” 

Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.