Malbata Şenyaşar: Bila zilma we serê we bixwe

Emîne Şenyaşar a çalakiya nobeta edaletê di roja 662’emîn de didomîne, wiha got: “Bila di sala 2023’yan de zilma we serê we bixwe, kurê min were malê. Em edaletê dixwazin. Bila her kesên neheqî li girtîgehan tên ragirtin bên berdan.”

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja 662’emîn de berdewam dike.

Em edaletê dixwazin’

Emîne Şenyaşar a têkildarî nobetê axivî, diyar kir ku di sala 2022’yan de zilm kişandine û wiha got: “Bila di sala 2023’yan de zilma we serê we bixwe, kurê min were malê. Em edaletê dixwazin. Bila her kesên neheqî li girtîgehan tên ragirtin bên berdan.”

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyaya ditîtal ev parvekirin kir: Zilma ku li Edliyeya #Rihayê berdewam dike gihîşt lutkeyê. Parlementerên @Akparti yên li hemberî daxwaza edaletê ya dayikê bêdeng dibînin, li Rihayê nikarin derkevin nava gel. Gel deriyê edliyeyê nîşan didin.”