Girtiyên jin ên Îranê bi nameyek têkoşîna Nahid Sherbisheh silav kirin

Çalakvan Narges Mohammadi, wênekêş Alia Mottalibzadeh û çalakvan Boran Nazimî ji dayika Poya Bextiyarî Nahid Sherbisheh re nameyek şandin, bi ragihandin hevxemiya xwe ya bi wê re têkoşîna wê silav kirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan a Îranê Narges Mohammadi, wênekêş û nûçegihan Alia Mottalibzadeh û çalakvana mafên mirovan Boran Nazimî di 29’ê Kanûnê de ji bo Nahid Sherbisheh ya dayika Poya Bextiyarî ku di xwenîşandanên sala 2019’an de hat qetilkirin, nameyek şandin.

Çalakvanan di nameya xwe de piştgirî dan berdewamkirina têkoşîna Nahid Sherbisheh tevî girtina wê. Çalakvanan diyar kirin ku girtina ji ber ku ew derbarê qetilkirina kurê xwe de doz vekir, girtina wê "Zulmeke mezin" e. Çalakvanan di nameya xwe de dan zanîn ku berdewamiya girtina Nahid Sherbisheh zilma ku tê meşandin îspat dike.

Narges Mohammadi, Alia Mottalibzadeh û Boran Nazimî di nameya xwe de wiha nivîsandibûn: “Çiqas zehmet e ku tu bi dest û îradeya wan kesên ku xwîna kurê te li kolanan dirijînin, bê girtin. Bê şik ev zilm çavkaniya êşa te ye, lê ji aliyê din ve ji bo dayika ku edalet û doz li ser azadiya xwe tercîh kiriye rûmetek e. Berdewamiya girtina te jî, mîna hemû dayikên din, lawaziya koka mêtingeriyê îspat dike.”