Malbata Şenyaşar: Bila teqîbateke baş were kirin

Malbata Şenyaşar bi parvekirina xwe ya di roja 682’emîn a Nobeta Edaletê de bal kişand ser Wezareta Tenduristiyê ya der barê wan de gilî kiriye û wiha got: "Ger teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê derxîne holê.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 682’ an de didome. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tev li nobetê bibe û Ferît Şenyaşar nobedê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Nobeta me ya edaletê ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê di roja 682’yan de didome. Wezareta Tenduristiyê piştî 4 salan têkildarî ambulansa li ser pankartê û texrîbata li nexweşxaneyê gilî kir. Ger teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê derxîne holê.”