Li Belûcistanê binpêkirina mafan zêde dibe: 85 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê binçavkirin, girtin, revandin, gef û zextên li ser welatiyên Belûç ên ji aliyê dewleta Îranê ve zêde dibin. Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûç der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê binpêkirinan bi belge bikin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê netew û komên baweriyên cuda hebûna xwe didomînin. Ji ber zextên dewleta Îranê komên baweriyên cuda neçar dimînin di bin zextan de bijîn. Welatiyên Belûç bi taybet li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê rastî zilm û zordariya dewleta Îranê tên.

Koma Kampanyaya Aktîvîstên Belûç a ku li ser vê mijarê dixebite, binpêkirinên mafên mirovan ên sala 2022’an ragihand. Komê duh di dema parvekirina detayên raporê de diyar kiribû ku sala borî herî kêm 85 zarokên Belûç rastî binpêkirina mafê jiyanê hatine û 13 jin jî rastî îşkenceyê hatine.

‘Binpêkirin ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin’

Koma Kampanyaya Çalakvanan a Belûç ragihand ku di sala 2022’an de jin û zarok jî di nav de 850 welatî tenê ji ber ku Belûç bûn rastî binpêkirina mafên mirovan hatine. Rêxistinê bal kişand ser vê yekê ku kêmîneyên etnîkî, zarok û kesên ji baweriyên cuda di bin zextên dewleta Îranê de neçar dimînin jiyana xwe bidomînin û got, "Komên bê parastin ji aliyê dewleta Îranê ve rastî gelek binpêkirinan tên, mexdûran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên tehdîdkirin û binpêkirin tên.”

85 zarok hatin qetilkirin

Li gor raporê, di sala 2022’an de 36 zarokên Belûç ji aliyê polîs û leşkerên rejîma Îranê ve bi çekan hatine qetilkirin û 49 zarok jî bi ‘xeniqînê’ jiyana xwe ji dest dane. Koma kampanyayê diyar kir ku bi giştî 85 zarokên ku dikarin wan nas bikin hatine qetilkirin. Hate diyarkirin ku di bin navê binçavkirin û girtinê de 75 zarok li navendên îşkenceyê tên lêpirsînkirin û rastî binpêkirinên mafên mirovan bi taybet îşkence û lêdanê tên. Di raporê de hat ragihandin ku 5 zarokên ji 18 salî biçûktir hatine girtin.

Jin di hedefê de ne

Komê diyar kir ku 13 jinên Belûç ji ber baweriya xwe rastî zext û binpêkirina mafên mirovan hatine û got, gelek jin rastî cezayê qamçiyan û girtîgehê hatine. Hat ragihandin ku jinek hatiye îdamkirin û 4 jinên Belûç jî cezayên giran ên girtîgehê girtine, her wiha hat gotin ku jineke ciwan a 15 salî rastî destavêtina polîs-leşkerên rejîma Îranê hatiye. Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Îranê yên li dijî çalakiyên civakî de 3 jin hatine qetilkirin. Her wiha hat ragihandin ku di 26'ê Kanûna 2022'an de Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê daye jina Belûç a bi navê Zarkhatun Mazarzhi.

Di raporê de ev agahî hatin dayîn:

*Li Sîstan û Belûçistanê di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de 81 welatiyên Belûç hatin înfazkirin. Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê amaje bi wê yekê dikin ku înfaz bi sûcên derew hatine kirin.

*Di Kanûna 2022’an de 7 zarok di girtîgehê de rastî îşkence û destavêtinê hatin.

*Di navbera 25-31’ê Kanûna 2022an de 108 welatiyên Belûç hatin binçavkirin û girtin.

*Di navbera 01-03'ê Çileya 2023'an de 40 welatiyên Belûç hatin binçavkirin û girtin.