Malbata Şenyaşar bang li Wezareta Dadê kir

Malbata Şenyaşar di roja 502’emîn ya nobeda edaletê de bang li Wezareta Edaletê kir û got, "Em ji darazê bi lezgînî li bendê ne."

Riha - Nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsê ji aliyê parazvan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û dû kurên wê jiyana jidest dan û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bû, di roja 502’emîn de didome.

Malbata Şenyaşar di roja 502’emîn a çalakiya xwe de careke din daxwaza edaletê kir û bang li rayedaran kir. Malbatê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal hesabê Wezareta Dadê etîket kirin û vê pêyamê parve kirin:

“Desthilata ku qêrîka dayê ji nebîhistî ve tê mehkumî wendakirinê ye. Me bi doza xwe bi tevahiya Tirkiyê da qebûlkirin ku em mafdar in! Em bi lezgînî li benda edaleta darazê ne. @adalet_bakanlik”