Jiyan Tolhildan, Barîn Xabûr û Roj Botan li Foruma Şoreşa Jinê hatin bibîr anîn

Foruma Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sê têkoşerên Fermandarên YPJ û QSD’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan bibîr anîn.

Qamişlo - Duh dewleta tirk bi balafirên bê mirov a dewleta tirk li ser riya Qamişlo êrîşî seyarek kir û di encamê de Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roj Xabûr, Fermandara Hêzên Demokratîk a Sûriyê QSD’ê Jiyan Tolhildan û Fermandara Hêzên Antî Teror Barîn Botan jiyana xwe ji dest dan. Delegesyona Foruma Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev du roj in li dar dixînin her sê jinên têkoşer bi bîr anîn.

“Em ê soz didin her sê jinan ku ala berxwedanê ya jinan bilind bikin”

Di bîranînê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî.
Asya Abdullah bal kişand li ser têkoşîn û berxwedana her sê şoreşgeran û wiha got: “Duh dewleta tirk êrîşî seyareyek kir û di encamê de Fermandara YPJ’ê û YAT’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de her sê jinên pêşeng û fermandar şehîd ketin. Her sê jinên pêşeng û têkoşer di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de li hember DAIŞ’ê berxwedanek bê hempa dan meşandin. Jiyan Tolhildan ji Efrînê ne ye, Roj Xabûr ji bajarê Dirbêsiyê ye û Barîn Botan ji bajarê Efrînê ye. Di encama vê êrîşa hovanê de sê endamên foruma şoreşa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûn. Ev her sê jinên pêşeng di foruma şoreşa jin de amade bûn, şopandin û nirxandin. Nêrîn, hêvî û ji bo pêşeroja jinan çawa têkoşîn bikin soza bilindkirina têkoşînê dan. Em wek endamên Foruma Şoreşa Jin em soz didin her sê têkoşeran ku em ê heta dawiyê ala wan bilind bikin. Em ê têkoşîna wan bişopînin û li hember hemû êrîşan bê teredût em ê ala berxwedanê ya jin bilind bikin. Soz û biryara ku me daye em nû dikin. Em li ser navê delegasyonan a Forma Şoreşa Jin sersaxî ji YPJ’ê, QSD’ê û malbatên wan re dixwazin. Li ser navê Forumê jî em soza şopa şehîdan didin û şopa dewamkirina berxwadan û têkoşîna fermandara mezin Jiyan Tolhildan didin.”

Bîr anîn bi dirûşma “Şehîd Namirin” û bilindkirina wêneyên her sê pakrewanan bi dawî bû.