Malbata Şenyaşar 515 roj in nobeta xwe ya edaletê didomîne
Malbata Şenyaşar di roja 515'an a çalakiya edaletê de diyar kir ku zilm didome û wiha pirsî, “Ger dewlet hebe, edalet li ku ye?”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 515’emîn de didome.
Malbata Şenyaşar serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat pêşiya derenceyên Edliyeya Rihayê û nobeta xwe dan destpêkirin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Emîne Şenyaşar, îro çalakiya nobetê zû hat dawî kirin.
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê qetlîama Roboskiyê jî bibîr xist û ev parvekirin kir: “Ger dewlet hebe, edalet li ku ye? Ger edalet hebe çima li pêşiya Edliyeya Rihayê ev 515 roj in zilm didome? Ji bo Roboskiyê edalet, ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet."