Jinên Helebê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Kongra Star a Helebê gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser herêma Şehbayê û li Til Rifetê şermezar kir.

Heleb - Kongra Star ji bo şermezarkirina  gef û êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê Şehbayê û li Til Rifetê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Komîna Şehîd Gulê selmo ya Taxa Şêx Meqsûs a bajara Helebê hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hildan.

“Bila li pêşiya van êrîşan bigrin”

Endama Kongreya Star Zêneb Elî daxuyanî da û wiha axivî: “Em komplo û komkojiya li Til Rifetê û Şehbayê ya her roj zarokên bê guneh tên qetilkirin şermezar dikin. Em bang li mafê mirovahiyê dikin û yên ku dibêjin em xwedî wijdanin divê rê li pêşiya vê êrîşan bigre. Gelên sivîl yên ku li Til Rifatê jiyan dikin, kesên ku bi darê zorê ji bajarê Efrînê koçber bûne ne.”

“Dê nikaribe vîna gelê Efrînê bişkîne”

Zêneb Elî da zanîn ku rewşa zarokên di êrîşê de birîndarbûne di xeteriyê de ye û wiha got: “Dewleta Tirk beriya niha jî di sala 2019’an de dîsa êrîşa zarokan kir û di encama wê êrîşê de 9 zarok hatin kuştin, niha jî 7 zarok birîndarin û di nava wan de zarokên rewşa wan di xeteriyê de heye. Dewleta dagirker li hemberî zarokên biçûk yên ku li qadan ji xwe re dilîzin êrîşên hewayî pêktîne, ev yek tucarî di mafê mirovatiyê de tuneye. Di vê Erdogan bizanibe ku çiqas êrîş bike wê nikaribe vîna gelê Efrînê bişkîne.”

“Em ê her roj li qadan bin”

Zêneb Elî diyar kir ku ew e ji bo vegera bajarê Efrînê her li qadan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Em jî weke jinên Kurd yên ku di şerê gelê şoreşgerî de serî hildane û yê di şerê berxwedana serdemê de 58 rojan li hemberî balafirên dagirkeriyê têkoşîn dane, ji bo bigihîjîn azadiya Rêber APO û vegera bajarê Efrînê misoger bikin dê her roj li qadan bin û faşîzmê têk bibin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bimre îxanet" û " Jin jiyana Azadî" bi dawî bû.