Malbata Şenyaşar 500 roj in ji bo edaletê têdikoşin

Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 500'î de dewam kir.

Riha - Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Dadgeha Rihayê ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve daye destpêkirin ket roja 500’î. Dayik û lawê xwe vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê hatin ber Dadgeha Rihayê û dest bi nobedê kirin. 

 “Emrê dayik li ber edliyê qediya”

Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê ji aliyê tevahiya dinyayê ve hat bihîstin û wiha got: “Bi vê têkoşîna me êdî her kes hemû rastiyan û heqîqetê hîn bû. Daxuyaniyên Waliyê Rihayê ya têkildarî doza me hê jî li ser malpera walîtiyê tê dîtin. Daxuyaniya Wezîrê Çandiniyê yê wê serdemê ya derbarê doza me de heye. Gelek parlamenterên AKP’ê bi me re hevdîtin kirin û anîn ziman ku em di doza xwe de mafdar in. Tevî ku hemû rastî tên zanîn jî hê jî edalet bicih nehatiye. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.” 

Ferît Şenyaşar bal kişand ser temenê dayika xwe Emîne û got: “Li ber edliyeyê emrê wê qediya. Ev şerma rayedarên hemû Tirkiyeyê û dewletê ye. Bila demildest edalet pêk were. Bila birayê min Fadil Şenyaşar bê berdan.” 

“500 roj in em ji bo edaletê têdikoşin”

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî ev peyam belav kir: “Em li cihê rast disekinin. 500 roj in em têkoşîna maf didin. Heta ku edalet bicih were dê nobeda me berdewam bike. #JiBoMalbataŞenyaşarEdalet ji bo her kesî edalet.”