Li Kobanê Komkujiya Zaxoyê hat şermezarkirin, berxwedana gel hat silavkirin

Li Kobanê Komkujiya Zaxoyê ya ku duho ji aliyê dewleta tirk ve hat pêkanîn û di encamê de 9 hemwelatiyên Iraqê jiyana xwe jidest dan hat şermezarkirin, sekn û helwesta gel a li dijî komkujiyê hat silavkirin.

Kobanê – Dewleta tirk a dagirker duho êriş bir ser gûndê Perax a Zaxoyê û di encama êrişê de jin û zarok jî di nav de 9 hemwelatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Bi armanca şermezarkirina komkujiya Zaxoyê li Kobanê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan xeteriya herî mezin e.

Daxuyanî li ser navê Kongra Star, TEV-DEM, PYD û Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ji aliyê endama koordînasyona Kongra Star Mizgîn Hesen ve hat xwendin.

Êriş hat şermezarkirin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişên dewleta tirk a li ser tevahî xaka Kurdistanê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bê navber didomin. Armanca dewleta tirk a ji van êrişan têkbirin û tunekirina destkeftiyên şoreşa gelan a bi dehan salan e têkoşîna wê tê meşandin e. Dewleta tirk ji bo komkujiyê pêk bîne berê xwe dide aliyên navnetewî ku çiraya kesk jê re bê pêxistin û êriş bike. Em baş dizanin ku tevahî hêzên desthilatdar û navnetewî li gor berjewendiyên xwe yên li dijî gelan dikevin nav bazaran. Beriya vê bi du rojan di dehemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tirmehê de civînek sê alî di navbera Rusya, Îran û Tirkiyê de hat lidarxistin û carek din biryara berdewamkirina plana tasfiyekirina destkeftiyên gelê kurd dan. Piştî civînê êriş birin ser Zaxoyê ku zarokek 1 salî ya bi navê Zehra jî di nav de 9 hemwelatî jiyana xwe jidest dan.”

Sekn û helwesta gel a li dijî êrişan hat silavkirin

“Em bi navê gelê Kobanê berxwedana gelê Bexdayê ya li hemebrî dagirkeriya dewleta tirk silav dikin. Em baş dizanin ku dewleta tirk ne tenê êrişî gelê Kurd dike êrişî tevahî gelên Rojhilata Navîn dike, mînaka vê jî êrişa li ser Zaxoyê ye, di heman rojê de bi balafirên bêmirovî êrişî Kobanê kir. Em êrişên dewleta tirk şermezar dikin û bang li saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî êrişên qirkirin û dagirkeriyê bêdeng nemînin.”