Malbata Şenyaşar 33 rêwiyên hêviyê yên Pirsûsê bi bîr anîn

Malbata Şenyaşar têkildarî Komkujiya Pirsûsê peyamek parve kir û wiha got: “Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.”

Riha - Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 499’an de jî berdewam kir.

“Heta ku bêedaletî bidomin, dê êş û hêsirên çavên dayikan xelas nebin!”

Malbat îro hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya nobetê kir.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî Komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwan hatibûn qetilkirin ev peyam parve kir: “Heta ku bêedaletî bidomin, dê êş û hêsirên çavên dayikan xelas nebin! Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. #surucicinadalet herkes için adalet #Suruc7Yıl #ŞenyaşarAilesineAdalet.”