Ji bo Salîha Aydenîz kampanya îmzeyan hat destpê kirin

Bi mebesta ku pêvajoya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bi dawî bibe, bi pêşengtiya OHD û Komeleya Jinan a Rosayê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û bang li Meclisê hat kirin ku xwedî li normên demokratîk derkeve.

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê, bi mebesta bidawîkirina pêvajoyên rakirina parêzbandiya di serî de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarên jin û pêvajoyên darizandinê, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 

Kampanya bi dirûşma “Dest nede mafê bijartin û hilbijartinê û mafê siyasetê” hate destpêkirin. Di kampanyayê de bang li hemû endamên Meclisê hat kirin ku peywirên xwe pêk bînin û rê li ber pêvajoyên derhiqûqî bigirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ji berê ve siyasetmedarên jin hedef tên nîşandan. 

“Kurdan û jinan li pêşiya pergala xwe weke astengî dibînin”

Di berdewamiya daxuyaniya kampanyayê de wiha hat gotin: “Jinên ku bi nasnameya kurd û jinê têkoşîna maf didin, weke kesên ‘talûke’ tên dîtin û hewldan hene ku wan bêîtîbar bikin. Desthilatdariya nêrza, tehemûla dengê jinên kurd nake. Bi taybet jinên kurd û bi giştî jî tevahiya parlamenterên jin ên pêşengtiya daxwaza mafan dikin rastî êrişên zîhniyeta milîtarîst tên, tên tacîzkirin û sorkirin. Sedema temamiya van bêperwatiyan û êrişkariyan ew e ku kurdan û jinan li pêşiya pergala xwe ya otorîter weke astengî dibînin.

“Êrişekê li dijî mafê siyasetê yê jinan e”

Bi hincetên vala parêzbendiyên parlamenteran radikin. Hewl didin van êrişên xwe rewa nîşan bidin. Divê neyê jibîrkirin ku rakirina parêzbendiyan a di serdemeke şer de, dê di pirsgirêka kurd de ji bilî mezinkirina şer û pêşxistina neçareseriyê bi kêrî tiştekê din neyê. Rakirina parêzbendiyan, mijareke siyasî ye û hewldana astengkirina pirsgirêkan bi rêyên demokratîk e. Mafê bijartin û hilbijartinê yek ji mafên bingehîn e û di şexsê parlamenterên jin ên kurd de hewl didin vî mafî binpê bikin. Rakirina parêzbendiya parlamenterên jin ên kurd, êrişeke li dijî têkoşîna wan, nirxên demokratîk, mafên mirovan ên gerdûnî, mafê siyasetê yê jinan û têkoşîna aştiyê ye. 

“Li dijî rakirina parêzbendiyê derkevin”

Weke peywireke xwedîderketina li nirxên demokratîk, em bang li tevahiya raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya me ya îmzeyan a ji bo bidawîkirina pêvajoya rakirina parêzbendiya Parlamentera Amedê Saliha Aydenîz a li Meclisê hatiye destpêkirin. Di serî de partiyên muxalîf, banga me ji bo hemû partî û parlamenterên li Meclisê ew e ku xwedî li nirxên demokratîk derkevin û di hilbijartinê de li dijî rakirina parêzbendiyê derkevin.”