Li Reqayê waneyek li ser şoreşa 19'ê Tîrmehê hat dayîn

Buroya Jin a Meclisa Sûri ya Demokratîk li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê waneyek li ser şoreşa 19'ê Tîrmehê da.

Reqa - Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk li bajarê Reqayê waneyek li ser şoreşa 19'ê Tîrmehê da.

Beşdaran diyar kirin ku encamên şoreşê bi awayekî zelal li ser xebatên jinan di hemû qadên jiyanê de xuya dike, îro jin di qadên siyasî, leşkerî û aborî de cihên girîng digirin.

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê rêya jiyana gelên herêmê guhert"

 Rêvebera Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Zebîa El-Nasir diyar kir ku di waneyê de nîqaş li ser destkeftiyên jinan ên di 10 salên şoreşê de hatin kirin û wiha pê de çû: "Me bal kişand ser tiştên ku şoreşê pêşkêşî jinan kir, ji bo îsbatkirina şiyanên wê yên serkeftî di warên cuda yên jiyanê de û bi vê baweriyê karîn ji bo bidestxistina aramiyê li herêmê bixebitin."

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan Feyrûz Xelîl jî wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê rêya jiyana gelên herêmê guhert."