Makbule Ozer a di 80 saliya xwe de hat girtin: Her kêlî dibe ku ez li vê derê bimrim

Makbule Ozer a 80 salî ya li Wanê hat girtin got “Her kêlî dibe ku ez li vê derê bimrim” û bang kir ku di zûtirîn demê de were berdan.

Navenda Nûçeyan – Binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê tê jiyîn cihê xwe yê di rojevê de diparêze. Makbule Ozer a 80 salî ya li navçeya Edremît a Wanê bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kiriye’ cezayê dû sal û mehekî lê hat birîn, ev heftekî ye li girtîgehê ye. Parêzeran derbarê Makbule Ozer de beriya vê du caran daxwaza ‘hepsa malê’ kirin. Dozgeriya Înfazê vê daxwazê red kir. Hat destnîşankirin ku girtîgehê ji raporê Makbule Ozer şandiye nexweşxaneyê. 

 “Mîsogeriya vê yekê nîne ku ez li vir nemrim”

Makbule Ozer destnîşan kir ku li girtîgehê rojên zehmet dijî û wiha got: “Ez nikarim bimeşim û niha rwşa min pir ne baş e. Mîsogeriya vê yekê nîne ku ez li vir nemrim. Di navbera çar dîwaran de me, nexweşiya min a şekir, tengasiya nefesê û tansîyona min heye. Hevalên li gel min bi qasî derfetan li min dinêrin, her wiha rêveberiya girtîgehê timî min dibin revîrê. Lê ev rewş nikare wiha berdewam bike. Ji ber ku dema ez li malê bûm, zarokên min bi zehmetî li min dinêrîn. Ji bo vê ez dixwazim bi awayekê lez werim berdan.”

Serlêdana ji bo Hadî Ozer jî hat redkirin

Ji bo Hadî Ozer a bi hevjîna xwe re hatibû girtin jî serlêdana ku li Dozgeriya Înfazê hatiye kirin cara dûyemîn hat redkirin.