Lîstikvan Hajar Gharaibia: Divê jin ji bo bigihîjin armancan xwe bi pêş bixin

Hajar Gharaibia ya ku di nava civaka ji bo jinan lîstikvanî weke ‘şerm’ dihat dîtin de mezin bû, niha hem senaryoyan dinivîsîne, hem jî lîstikvaniyê dike. Hajar Gharaibia di berhemên xwe de pirsgirêkên jinan nşan dide.

SARAH JEGREVE

Cezayîr – Hajar Gharaibia ya li bajarê biçûk Tebessa ku li wir ji bo jinan lîstikvanî wek ‘şerm’ dihat dîtin ji dayik bû, astengiyên civakî derbas kir û xeyalên xwe pêk anî. Hajar Gharaibia a 30 salî, beşa Wêjeya Îngilîzî li zanîngehê qedandiye. Hajar Gharaibia ku di hunerên weke sînemayê de wek nivîskar û senarîstek afirîner kar dike, di du kurtefîlmên Îngilîzî de lîst.

Hajar Gharaibia diyar kir ku ew hewl dide jêhatiniya xwe ya lîstikvaniyê bi pêş bixe û got: “Ez hewl didim xwe di lîstikvaniyê de bi pêş bixim. Min sala borî, di 29 saliya xwe de dest bi ezmûna xwe ya yekem a lîstikvaniyê kir. Min hinek zehmetiyên civakî kişandin lê wêrekiya min hebû, li hemberî zehmetiyên ku ez pê re rû bi rû bimînim, têkoşiyam.”

‘Min guh neda bertekên neyînî’

Hajar Gharaibia got: “Ji ber ku yekem car dema temaşevanan min di warê lîstikvaniyê de dîtin gelek kes matmayî man. Gotin çawa malbata min a girtî qebûl kirine ez bibim lîstikvan. Min guh neda nêrînên wan. Ji ber ku min tiştekî serê malbata min bitewîne nekiriye. Ez baş dizanim çima min berê xwe daye vî warî û min guh neda bertekên neyînî.”

‘Ez hewl didim serpêhatiyên jinan nîşan bidim’

Hajar Gharaibia diyar kir ku hewl dide bi riya hunera xwe tiştên ku jinan jiyaye nîşan bide û jinan hişyar bike. Hajar Gharaibia got: “Ez dixwazim xwe û her kesê ku dişibin min biparêzim. Ez dixwazim peyamên min bigihije gelek mirovên cîhanê, bi taybetî jinan. Bi xebatên xwe hewl didim bi taybetî serpêhatiyên jinan nîşan bidim. Jin nikarin firsendê bibînin ku xwe rast îfade bikin. Armanca min ew e ez jinan bi hemu awayan nîşan bidim û hêviyê bidim wan.”

Banga ji bo jinan

Hajar Gharaibia anî ziman ku malbat û pêkhateya civakî ya kevneşopî rê li ber jinên Cezayîrî û Ereb digre û wiha got: “Her wiha ez li dijî metakirina jinan bi riya hunerê me û li dijî wê me ku min ji bo armancekê bi kar bîne. Jinên ku dixwazin di warê lîstikvaniyê de bi pêş bikevin, pêwîstiya wan bi wêrekiyê heye û ev wêrekî jî hêzê dixwaze. Çi dibe bila bibe divê jin ji bo ku bigihîjin armanca xwe bi pêş ve biçin.”