Li Zaxoyê li kampek penaberan şewat derket

Îro danê siharê şewat li kampa Bêrsivê ya li sînorê Zaxoyê derket û di encamê de çend kon şewitin û ziyanên madî çêbûn.

Navenda Nûçeyan - Rêveberiya Parastina Şaristaniyê ya Zaxoyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di danê siharê de li kampa Bêrsivê ya li sînorê Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê, şewat derket.

Hate diyarkirin ku di encama şewatê de gelek konên niştecihên kampê şewitîn, lê di derbarê sedema derketina şewatê de heta niha tu agahî nehat parvekirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku kampa Bêrsivê di sala 2014’an de hatiye vekirin û hezar 555 malbatên Êzidî tê de jiyan dikin. Beriya niha jî çend caran li vê kampê buyerên şewatê rûdane û ziyan gihiştine niştecihên nava kampê.