Gelên cûda yên li Lubanê di pîrozbahiya 8’ê Adarê de hatin cem hev

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê Komeleya Çanda Newroz li paytexta Lubnan, Beyrûdê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de jinên ji gelên cûda hatin ccem hev. Jinên beşdarî pîrozbahiyê bûne peyama ku wê bi têkoşînê bigihin hedefên xwe dan.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Li gelek welatên cîhanê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin. Li bajarokê Al-Cedide ya girêdayî peytexta Lubnan, Beyrûdê ji aliyê Komeleya Çanda Newrozê ve pîrozbahî ji bo 8’ê Adarê hate li darxistin.

Bi sedan jinên Sûriye, Filistin, Kurdistan û gelên cûda beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn. Di pîrozbahiya ku jin bi cilên xwe yên gelerî bejdarî bûn kom derketin ser dikê, û tiyatro hate pêşandan.

‘Divê ji bo hemû jinên cîhanê em têkoşînê bikin’

Jinên beşdarî pîrozbahiyê bûne, bi rêya ajansa me peyamên xwe parve kir. Endama Akademiya Jineolojî û berdevka Jinên Sûriye li Lubnanê Mahasen Mudallala silavên xwe ji jinên ku li mal û qadên cûda de têkoşînê dikin re şand û wiha got: “Li Lubnanê hejmarek zêde Sûryeyî jiyan dikin. Ez têkoşîna hemû jinên li Lubnanê pîroz dikim û bi taybet ez jinên ku bûne sembola têkoşînê bi bîrtînim. Ji bo hemû jinên li cîhanê têkoşîn kirin û fedekarî nîşan didin.”

‘Jin bi têkoşînê dikarin bigihin hedefa xwe’

Alîkara Serokê Meclîsa Jinan ya Lubnan Josephine Kadisi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi pêşengtiya jinên Kurd destpêkirî silav kir û diyarkir ku daxwaza jinên ku ji nivê civakê pêktê wê bi têkoşînê bigihin hedefa xwe û wiha got: “Ez difikirim ku jinan şoreşek ava kir û ez di wê hêviyê deme wê bigihin xala ku hedef dikin. Di destpêkê de jinên Kurd ez 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikim.”

‘Divê em bikevin ferqa rola xwe’

Ji Kongra Sar Yadekar Muhammad Al-Mulla bal kişand ku civakek ku jin lê azad nebin wê negihêje aramiyê û ev peyam da:

“Jin wê li dijî her êrişa hêzên serdest, cardin şîn bibin û koka wê, wê bigihe her jina li cîhanê. Wê wisa îsbat bike ku mîrasa mirovatiyê wê nemir be. Rêber Abdullah Ocalan bal kişan ser giringiya rola jinê di qada siyasî, aborî û civakî de. Em jin divê di her qadê de di ferqa rola xwe de bin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”