Li Yemenê nêzî 200 hezar kes koçber bûn û xeteriya şewbê heye
Li Yemenê aloziya leşkerî bû sedema koçberkirina zêdetirî 197 hezar kesan. Rayedar hişyariyê didin ku li gel valahiya alîkariyê, belavbûna nexweşiyên şewbê nava kampan rîska karesateke mezin zêde dike.
Navenda Nûçeyan – Pêla zêdebûna aloziya leşkerî ya li Yemenê, bû sedema mirin û birîndarbûnan. Her wiha veguherî karesateke mezin a mirovî. Der barê rewşa mirovî ya ji kontrolê derdikeve û belavbûna nexweşiyên şewbê ya li nava kampên koçberan de hişyarî tên dayîn.
Li Yemenê hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne gihîşt 197 hezar û 906 kes ango 29 hezar û 519 malbatan. Rapora nû, nîşan dide ku ji ber zêdebûna aloziyên leşkerî û xirabûna rewşa ewlehiyê, valahiya di qada alîkariya mirovî de mezin dibe. Bi hezaran malbat ji ber bombebaran û pevçûnan malên xwe diterikînin û pêdiviyên têkildarî stargeh, xurek, av û xizmetên tenduristiyê zêde dibin.
Li Taîzê 97 hezar û 529 kes ango 13 hezar û 925 malbat koçber bûn
Taîz, di nava bajarên ku pêşwaziya koçberan dikin de di rêza ewil de cihdigre. Li Taîzê 97 hezar û 529 kes ango 13 hezar û 925 malbat, li 15 navçeyan belav bûne. Lahicê 50 hezar û 253 kes ango 7 hezar û 179 malbat koçber bûn. Tê ragihandin ku piraniya van kesan ji deverên pevçûnê yên li Taîz û Hodeidahê hatine.
Hate ragihandin ku li Adenê 17 hezar û 782 kes ango 3 hezar û 741 malbat, li Abyanê 14 hezar û 679 kes ango 2 hezar û 97 malbat ji cih û warên xwe bûn. Ev kesan li kamp û civakên navçeyên Khanfir û Zincibarê belav dibin.
Li gorî daneyên herî dawî yên bajarê Hodeidahê, ji navçeyên Hays û Al-Khokhayê 10 hezar û 297 kes ango hezar û 472 malbat ji cih û warên xwe bûn. Herwiha Yekîneya Rêveberiyê, bal kişand ser nîşaneyên pêleke nû ya koçberiya duyemîn a ji Hodeidahê ber bi Adenê ve û diyar kir ku ev tevger tê şopandin û pêdivî tên nirxandin. Li gorî raporê, malbatên koçber ên mayî bi vî awayî belav bûne; li Maribê 412 malbat, li Al-Dhale'e 240 malbat, li Hadhramautê 214 malbat, li Al-Mahrayê 124 malbat û li Shabwayê jî 116 malbat.
Hewcedariya pêdiviyên bingehîn zêde dibe
Yekîneya Rêveberiyê, diyar kir ku malbatên nû koçberbûyî bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rûbirû ne û piraniya wan ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn ne xwediyê çavkaniyên têrker in. Pêla koçberiyê barê li ser civakên mêvandar zêde dike û pêdiviyên têkildarî stargeh, xurek, av û xizmetên tenduristiyê jî zêde dibin. Bi taybetî zarok, jin, pîr û kal û kesên xwedî pêdiviyên taybet, hewceyê pêdiviyên bingehîn in.
Yekîniyê, hewldanên xwe yên ji bo tomarkirina kesên koçber û şandina malbatên a ji bo rêxistinên alîkariya mirovî, didomîne.