Rojnamevanên jin ên Tûnisî dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Di navbera salên xebatê û li benda karên daîmî de, rojnamevanên jin ên Tûnisî yên li "Dar Labras" xwe bi tirsên nû yên bê aramiya pîşeyî re rûbirû dibînin. Ev yek bû sedem ku dest bi çalakiya rûniştinê bikin.
NAZÎHA BÛ SAÎDÎ
Tûnis – Sê rojnamevanên jin ji Dar Labras, digel çend karmendên din, çend roj berê dest bi çalakiya rûniştinê ya aşkera kirin da ku daxwaza rêkûpêkkirina rewşa karê xwe û bidawîkirina salên karê bê ewle bikin. Ew bi vegera peymanên demkî re rûbirû ne li şûna ku bighîjin karekî sabît.
Ev çalakî piştî salan xebata li saziyê tê. Rojnamevan û karmendên ku behsa wan tê kirin, li bendê bûn ku rewşa karê wan bi rêya karên daîmî û entegrasyonê bê rêkûpêkkirin, berî ku peymanên xizmetê yên salekê ji wan re bên pêşkêşkirin. Sendîkaya saziyê vê yekê wek berdewamiya bêewlehiya karê wan dibîne.
Dixwazin peymanên xizmetê yên pêşniyarkirî protesto bikin
Ji sendîkaya Dar Labras Sena Bîn Slama, diyar kir ku komek ji 11 karmendan ku sê rojnamevanên jin û rojnamevanekî mêr jî di nav de bûn, dest bi çalakiya rûniştinê ya aşkera kirine. Sena Bîn Slama ragihand ku ev rojnamevan dixwazin peymanên xizmetê yên pêşniyarkirî protesto bikin. Sena Bin Slama da zanîn ku rêveberiya saziyê ji bo şêwirmendiyê li ser îhtîmala rêkûpêkkirina rewşa karmendan serî li Yekîneya Dezgehên Giştî ya li Ofîsa Serokwezîr daye. Lê li gorî Sena, bersiv ew bû ku ew ê neçar bimînin beşdarî azmûnek pêşbirkê ya derveyî bibin.
Sena Bîn Slama destnîşan kir ku hejmarek ji kesên têkildar, tevî salên xizmeta wan a di nav saziyê de ku hin ji wan vedigerin sala 2019'an, ji sînorê temenê yasayî yê beşdarbûnê derbas bûne. Sena tekez kir ku sendîka li dijî prensîba azmûnên pêşbirkê yên derveyî dernakeve, lê ew şertê ku karmendên ku bi salan bi saziyê re xebitîne, ji nû ve bikevin vê pêvajoyê red dike. Sena got ku bi taybetî jî dema ku ew li benda rêkûpêkkirina statuya xwe ya pîşeyî ne.
Rojnamevanên jin bi xetera vegera karên ne ewle re rûbirû ne
Sena Bîn Slama diyar kir ku berdewamiya vê rewşê rojnamevanên jin dike rewşek nearamiyê û pêşeroja wan a pîşeyî û civakî bi peymanên demkî ku dibe ku biqede ve girêdayî ye. Sena got ku tevî salên wan ên ezmûn û pisporiya wan a di medyayê de berhevkirî, rastî van pêkanînan tên.
Sendîka bawer dike ku karên ne ewle ne tenê bandorê li jiyana wan a pîşeyî dikin, di heman demê de bandorê li aramiya civakî û malbatî ya rojnamevanên jin jî dikin. Sendîka dibêje ku bi taybetî ji ber berpirsyariyên zêde yên ku wan piştî salên xizmetê girtine ser xwe, bandor dibin.
Daxwazên ji bo bicîhanîna zagona hejmar 9 a 2025'an
Sendîkayê israr kir ku zagona hejmar 9 a 2025'an, bi taybetî xala 6‘an, wekî çarçoveya zagonî ji bo rêkûpêkkirina rewşa kar a karkerên têkildar û veguhestina wan ji peymanên ne ewle ya ji bo karên daîmî bê bicîhanîn. Sena Bîn Slama eşkere kir ku rêxistinê hewl daye ku dozê lêkolîn bike, bi pisporên yasayî û kedê û saziyên têkildar şêwiriye.
Sena Bîn Slama anî ziman ku di van şêwirînan de gihîştiye wê encamê ku bendên zagonê ji bo kesên têkildar derbas dibin. Sena daxwaza rêkûpêkkirina rewşa rojnamevan û karkeran û bidawîkirina bêaramiya ku ew bi salan e dijîn kir. Sena li ser bandorên vê rewşa berdewam ên li ser jiyana wan a pîşeyî û civakî hişyarî da.
Sendîkaya rojnamevanan piştgiriya xwepêşanderan dike
Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisê piştgiriya xwe ji bo rojnamevan û karmendên ku li Dar Labras çalakiya rûniştinê li dar dixin ragihand. Sendîkayê daxwaza rêkûpêkkirina şert û mercên wan ên pîşeyî û civakî kir.
Sendîkayê diyar kir ku berdewamiya peymanên nebaş bi salan e rojnamevan û karmendan ji aramiya pîşeyî û civakî bêpar dihêle. Sendîkayê banga diyalogek bilez a di navbera hemû aliyên peywendîdar de kir da ku çareseriyek dawî û adil bibînin û amadebûna xwe ya ji bo parastina mafê karkeran ji bo rewşek pîşeyî ya aram û bi rûmet piştrast kir.