Li Îranê bi pileya 5,6 erd hejiya

Li eyaleta Sîstan û Belûcistan ya Îranê bi pileya 5,6 erd hejiya.

Navenda Nûçeyan- Li gor medya Îranê li eyaleta Sîstan û Belûcistanê ya dikeve Başûr Rojhilatê Îranê bi pileya 5,6’an erdhejek bihêz çêbûye. Heman çavkaniyê ragihand ku navenda erdhejê bajarokê Fenûcê yê Sîstan û Belûçistanê bûye.

Li gorî heman çavkaniyê danê siharê di saet 07:50’an bi kûraniha 80 kêlometreyan erdehej çêbûye.

Heya niha derbarê ziyanan de ti agahî nehatine bidestxistin.