Li Yemenê mafên jinan ê geştê tê binpêkirin

HRW bi daxuyaniyekê ragihand ku aliyên şer ên li Yemenê mafên jinan ên geşta di navbera welatan de asteng dikin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan HRW (Hûman Rîghts Watch) bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan, hikumeta Yemenê û Konseya Derbasbûnê ya Başûr (STC) de ne, bêyî destûra wasiyekî mêr an jî bêyî hebûna mêrekî ji xizmê nêz destûr nayê dayîn jin di navbera wîlayetan de biçin û bên û biçin derveyî welat.

Li gorî daxuyaniya HRW'ê, piştî ku Hûsiyan paytext Sana û piraniya bakurê Yemenê xistin bin kontrola xwe, ji wê demê ve qedexeyên li hemberî jinan gelek zêde bûne. Hêzên hikumeta Yemenê û STC jî li başûr liv û tevgera jinan asteng kirin.

Panela Pisporên Yemenê yên Neteweyên Yekbûyî di rapora 2023'an de ragihand ku li gorî agahiyan li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ne ger û geşta jinan hatiye astengkirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di 8'ê Çileya 2024'an de name ji Wezaretên Mafên Mirovan ên Hûsiyan, Konseya Demkî ya Başûr û hikumeta Yemenê re şand. STC'ê di 17'ê Çileyê de bersiv da û astengiyên li pêşiya jinan red kir. Lê belê daneyên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li dijî vê yekê ne. Hûsî û hikumeta Yemenê jî hê bersiv nedane HRW'ê.