Li Xurmatûyê teqîn: 3 zarok birîndar bûn

3 zarokên ku di teqîna li bajarokê Silêman Beg a ser bi navçeya Xurmatû de birîndar bûbûn, tên dermankirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarokê Silêman Beg ya ser bi navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedîn, teqînek çêbû. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Lezgîn a Nexweşxaneya Xurmatû, hat ragihandin ku rewşa yek ji 3 zarokên birîndar giran e û zarokên birîndar  li Nexweşxaneya Kerkûkê tên dermankirin.

Hat ragihandin ku zarok li gundê Meftulê bûne û dema masiyan digirtin di encama bombeyek li kêleka wan teqiya ye birîndar bûne. Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.