Di nobeta edaletê de roja 512’emîn

Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 512’emîn de berdewam dike. Malbatê diyar kir bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye.

Navenda Nûçeyan- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 512’emîn de ye.

Malbata ku tevî betlaneya dadî heye jî di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê, nobeta xwe dan destpêkirin. 

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Yên ku digotin; ‘em ji bo guhdarîkirina pirsgirêkên gelê Rihayê hatine vê derê’; nikarin zilma li pêşiya Edliyeya Rihayê ku tevahiya xelkê Rihayê xwedî lê derketine ji nedîtî ve bên. Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye.”