Li Xezayê yekemîn civîna diyalogê ya di navbera nifşan de hat lidarxistin

Navenda Masarat a li Filistînê yekemîn civîna diyalogê ya di navbera nifşan a pêşengên jin û ciwanên Filistînê de li dar xist.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Navenda Masarat li Filistînê yekemîn civîna diyalogê ya di navbera nifşan a pêşengên jin û ciwanên Filistînê de li dar xist. Di civînê de mudaxele û pirsên koma ciwan ên derbarê geşedanên siyasî û serdana vê dawiyê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Filistînê hatin kirin.

Çalakvana siyasî û civakî Zehîra Kemal tekez kir civîna diyalogê derfetekê dide da ku ezmûn û zanyariyan di navbera nifşê wê û nifşê niha de biguhezînin da ku girîngiya rola ku hem ciwan û hem jî jin di pêkanîna guhertinên siyasî, aborî, civakî û geşepêdanê de dilîzin ronî bike û wiha axaftina xwe berdwam kir: "Girîngiya hebûna jin û ciwanan di qada siyasî ya Filistînê de ji ber pêvajoya derxistina ji axa ku Îsraîl hewl dide bi cihkirina niştecihên siyonîst ên ji hemû neteweyan pêk bîne, zêde dibe. Bi berdewamiya piştevaniya Amerîka û welatên Ewropî ji Îsraîlê re û bi vî awayî nebûna înkubatora navneteweyî ji bo doza Filistînê, ev mijar girantir dibe."

Li ser sepandina pêvajoya entegrekirina ciwan û jinan a di warê siyasî de Zehîra Kemal wiha got: "Ev yek tenê bi zexta ciwanan bi xwe yan jî veqetîna wan ji van partiyan û avakirina partiyeke mezin ku hemû ciwanên Filistînî tê de cih digire pêk were, bi vî awayî wê zext çêbibe û daxwazên wan bên bicihanîn. Beriya vê yekê divê amadekarî bi tevlîbûna komên ciwan di saziyên civaka sivîl û sendîkayan de bê kirin û pêvajoya perwerdeyê bi tevahî bi xwendinê pêk were. Ji bo çalakkirina Meclisa Zagonsaz ji ber ku bi hemû pirsgirêkan ve girêdayî ye divê hilbijartinên Filistînê bên kirin."

Hêjayî gotinê ye ku Zehîra Kemal siyasetmedareke Filistînî ye, ku Federasyona Komîteyên Karê Jinên Filistînî damezrandibû û weke wezîra Karûbarên Jinan xebitiye, Sekretera Giştî ya Partiya Feda ya Filistînê ye û yekemîn jin e ku vê postê girtiye, her wiha endama Weqfa Yasir Erefat e û di salên 1990’î de beşdarî danûstandinên aştiyê bûye.