Li Xezayê Wezareta Karûbarên Jinan bernameya xwe ya perwerdehiyê bi dawî kir

Li Xezayê Wezareta Karûbarên Jinan bernameya perwerdehiyê ya li ser pêşxistina şarezayên lêkolînê ku di 20'ê Tîrmehê de destpêkiribû bi dawî kir.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Li Xezayê Wezareta Karûbarên Jinan bernameya perwerdehiyê ya ji bo lêkolînkirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinên Filistînî di her alî de ku di 20'ê Tîrmehê de destpêkiribû, bi dawî kir. Beşdarên şahiya bidawîkirina bernameya perwerdeyê destnîşan kirin ku her çend Filistînê gelek peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan îmze kirine jî, ev peyman nayên bicihanîn.

“Divê Wezareta Jinan binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin bi belge bikin”

Rêvebera Lêkolînên Jinan ya Navenda Hîwar Rîm Ferhat diyar kir ku çar tîmên cuda hatin avakirin, di nav wan de 10 lêkolînerên jin, ku sê kaxez kaxezek polîtîk, kaxezek pozîsyonê û kaxezek rastîn çêkirin û wiha pê de çû: "Di bin navê 'Binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî Rojnamegerên Jin ên Filistînî yên di navbera salên 2021-2022'an de' min kaxezek lêkolînê çêkir. Kaxeza lêkolînê ronahiyê dide ser çawaniya kuştina wan rasterast, wek ku vê dawiyê bi her du rojnamevanan, Şêrîn Ebû Aqle û Gufran Rawasna re qewimî û her wiha qedexekirina çûnûhatinê, girtin, desteserkirina kamerayên wan û wêrankirina ajansên nûçeyan. Fîlîstînê gelek peymanên navneteweyî îmze kirin, lê nehatin bicihanîn, ji ber wê hê jî gelek pêkanînên têkildarî binpêkirina mafên mirovan tên tomarkirin. Ji bo parastina rojnamevanan divê welat zagonên zêde pêş bixin û piştgirî bidin hewildanên Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Komîteya Parastinê û enstîtûyên navneteweyî. Divê Wezareta Jinan binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin bi belge bikin, ji bo eşkerekirina her binpêkirinek li dijî rêgezên hiqûqa mirovî ya navneteweyî."

“Rola jinan li vir erênî, piştgir û adil e”

Lêkolîner Sicûd Ebû Deqa derbarê kaxeza lêkolînê ya ku bi rola hukûmetê di karanîna projeyên bihêzkirina aborî de ji bo jinên li Xezayê ve girêdayî ye wiha got:"Ev kaxez ji bo zanîna astengiyên ku hejmara projeyên aborî yên jinan sînordar dikin, ku ji sedî 5 projeyên li Xezayê derbas nakin. Astengiya yekem Îsraîl e ku bi hemû rêbazên xwe yên hovane zextê li ser Xezayê dike. Pêwîste hikûmet piştgiriya projeyên jinan bike û siyaseteke giştî deyne ji bo teşwîqkirina jinên karsaz ên li Xezayê."

Nisrîn Edwan got ku kaxezek pozîsyonê bi navê Rola dezgehên çaksaziyê di çareserkirin pirsgirêkên malbatê de hat amadekirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di vê serdemê de em tûşî rêjeyên bilind ên şîdeta nav malbatê dibin. Rola jinan li vir erênî, piştgir û adil e."