Li Xezayê Salona Wêjeyî ya Nûn rûniştina xwe ya mehane li dar xist

Salona Wêjeyî ya Nûn ji bo piştgirî dayîna avahiyeke çandî ya ku koka wê saxlem e û şaxên wê digihêje nifşên pêşerojê û ji bo xurtkirina destkeftiyên jinên li Filistinê, rûniştina xwe ya mehane li dar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Salona Wêjeyî ya Nûn ji bo piştgirî dayîna avahiyeke çandî ya ku koka wê saxlem e û şaxên wê digihêje nifşên pêşerojê û ji bo xurtkirina destkeftiyên jinan ên di warê hişmendiyê de, rûniştina xwe ya mehane di bin sernavê "Di dîroka Misrê de jin" li dar xist.

Rahênera pêşketina mirovî Dr. Mey Nayîf got ku di sala 2002’an de salona Nûn hatiye vekirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji dema vekirina Salona Nûn û heta îro em behsa pênûsên jinan dikin. Mijara rûniştinê di bin sernavê 'Di dîroka Misrê de jin' de bû, ji ber ku femînîstên ji serdema Firewn a kevnar û her wiha ji serdema navîn û ya nûjen tê de cih girtin. Her wiha meli ser doktorên jin, siyasetmedarê jin û jinên ku li Misirê doza azadiyê kirine, qal kir. Jin ji ber tevlîbûna xwe ya têkoşînê û biryargirtinê gelek zor û zehmetî jiyane."

Nivîskar û lêkolîner Fethiya Sersûr diyar kir ku armanca Salona Nûn ya herî girîng ew e ku afirîneriya jinê derxe pêş û wiha axivî: "Salon her meh rûniştinekê li dar dixe û tê de behsa tiştên ku jinan bi dest xistiye tê kirin. Ev 21 sal in em hewl didin ku afirîneriya jinê bi pêş bixin û hemû mijarên ku jinan eleqedar dikin, çi jinên Filistînî, çi Ereb û çi biyanî ji ber ku ew hêmanek girîng e di avakirina çanda herêmî û cîhanî de."