Ji Talîbanê ferzkirinên li ser jinan didome: Divê jin rûyê xwe bi temamî bigrin!

Berpirsê Talîbanê li zanîngeha polîteknîkî ya Kabîlê diyar kir ku xwendekarên keç ên zanîngehê dema ku diçin dibistanê neçar in bi temamî rû û çavên xwe bigrin.

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Talîbanê yê li zanîngeha polîteknîk a Kabîlê hişyariyek da û got ku divê xwendekarên keç di dema çûyîna dibistanê de rû û çavên xwe bi temamî bigrin û ragihand ku rê nayê dayîn bêyî ku rû û çav were girtin bejşarî ezmûnên dawî bibin.

Berê rê dihat dayîn ku xwendekarên keç bêyî rû û çavên xwe bi temamî bigrin biçin zanîngehê lê belê ji 25’ê Hezîranê ve hat agihandin ku divê xwendekarên keç bi temamî rû û çavên xwe bigrin.

Piştî ragihandina girtina rû û çav ku li ser jinan hat ferzkirin, li derveyî Afganistanê bû sedema bertekên tund, Talîbanê ragihand ku bikaranînê de pêçe ne şert e û jinên Afganî dikarin çarşef û kefiyên din ên Îslamê bi kar bînin.