Li Xezayê kampayaya “Karê Minasib û Ewle”

Kampanyaya "Karê Minasib û Ewle" ronahiyê dide binpêkirinên ku jin di hawîrdora kar de rastî wan tên û rêyên parastina wan ji tundiyê, bi awayekî ku mafên wan garantî bike da ku bigihêjin edalet û wekheviyê.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Weqfa Jinan a Filistînê û Navenda Demokrasî û Mafên Karkeran, bi beşdariya komeke mezin ji jinên û Rêxistinên mafên mirovan û Hevbendiya Niştimanî ji bo parastina mafên aborî û civakî yên jinan, kampanya “Karê Minasib û Ewle” li dar xistin.

Bang têkoşîna li dijî hemu cureyên tundiyê

Koordînatora Navenda Demokrasî û Mafên Karkeran Muna Ristem li ser kampanyaya “Karê Minasib û Ewle” ku di 24’ê Mijdarê de hat organîzekirin wiha got: “Di çalakiyê de meşeke jinan a li ser peravê Xezayê pêk hat û dirûşma kampanyaya 16 rojan a li ser qûmê bi rengê porteqalî hat xêzkirin. Li ser binpêkirinên ku jin di hawîrdora kar de rastî wan tên, bi pêşandaneke berfireh a şanoyê hat pêşkêşkirin. Çalakî wê hemû qadên Xezayê bigire nava xwe. Ez bang têkoşîna li hemû cureyên tundiyê dikim, ne tenê tundiya aborî, tundiya fîzîkî, derûnî û zayendî jî. Daxwaza xurtkirin û aktîvkirina rola jinan di qadên giştî de û dayîna mafên wan ên rewa û garantîkirî di hemû astan de dikim.”

 

Ji federasyon, sendîka û komeleyan gelek kes beşdar bûn

Berpirsa Yekîtiya Jinan a Desteya Sendîkayan Ebîr El-Xol da zanîn ku di çalakiyê de ji federasyon, sendîka û komeleyan gelek kes beşdar bûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez wek beşek ji Hevbendiya Niştimanî beşdar bûm, ku tê de gelek rêxistinên civaka sivîl, sendîka û beşeke mezin ji xebatkarên ku piştgiriya mafên aborî yên jinan dikin, dihewîne. Şêwirmendiya hiqûqî ji jinan re ji aliyê klînîka yasayî ve hat dayîn.”

 

Îsal rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye

Seroka Lijneya Rêvebir a Weqfa El-Bêt El-Samid Ehlam Ebd El-Malik jî wiha got: “Jinên Filistînî bi beşdariya Hevbendiya Niştimanî, tevlî kampanyaya têkoşîna li dijî tunidya li ser jinan dibin. Mixabin îsal rêjeya tundiya malbatî û civakê li ser jin û keçan zêde bûye, tevî berdewamiya kampanyayên zextê, ​​parêzvanî û hişyarî û perwerdeyê.”

 

‘Bi hev re ji bo parastina mafên jinan’

 Çalakvana civakê Muna Melka jî wiha anî ziman: “Bi hev re ji bo parastina mafên jinan û parastina wan ji tundî û zulmê li hawîrdora kar û derve û her wiha jinavbirina nijadperestî, zordarî û bikaranîna siyasetên cudaxwaz. Bûyer û çalakiyên ku hatin li darxistin ji bo zelalkirina binpêkirin û pêkanînên li dijî jin û keçan bes bûn û gelek mijarên ku bûne astenga herî mezin li pêşiya jinan li Filistînê hatin çareserkirin.”