Li kolanan dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" deng vedide

Serhildanên ku li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî” didome, duh jî tevahiya şevê berdewam kir.

Navenda Nûçeyan - Pêkhateyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo çûyîna rejîma mola çalakiyên xwe berdewam dikin. Çalakiyên ku weke serhildanên “Jin, jiyan, azadî” tên binavkirin, ji paytext Tahranê heta Mehabad û Serdeştê belav dibe, bersiva rejîmê zext, binçavkirin, girtin û bikaranîna çek bû.

Li Tehranê di devera Şanoya Bajêr, herêma Narmak, Tahranpars û Sattar Xanê tevahiya şev çalakî hebûn. Çalaknavên Tahranî, qetlîamên rejîmê yên li Rojhilatê Kurdistanê pêktîne şermezar kirin û dirûşmeyên “Ji Kurdistanê heta Tahran û Îranê canê min feda”, “Jin, jiyani azadî”, “Mirin hi Rejîma Mola re” hat berz kirin.

'Dawî li binçavkirin û girtin bimînin’

Li derveyî Tahranê jî di serî de Kazwîn, Meşhed, Mehr, Hamedan û Mazandaranê li gelek bajarên Îranê û polîtîkayên zext û qetlîamker ên rejîmê yên li Rojhilatê Kurdistanê hatin şermezar kirin û daxwaza dawî anîna binçavkirin û girtinê hate xwestin. Pankart û posterên aîdê rejîmê hatin şewitandin. Çalakvanên Îranî bi kurdî û farisî nivîsên “Jin, jiyan, azadî” nivîsandin. Her wiha li bihurênjor pankart û posterên propagandaya molayan dikiin hatin şewitandin. Li avahiyên Basîj û hikûmetê re kevir hatin avêtin.

Li Serdeştê rêveberiya awerte

Li bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê jî welatiyan kepengên xwe venekirin. Bi şev jî vekirina gilopên dikanan lê girtimayîna kepengan re grev berdewam kir. Polîs û leşkerên girêdayî rejîma Îranê li bajêr qedexeya ketin û derketinê pêktînin. Tevî ji bo êrişkirina çalakiyên welatiyan girtina ketin û derketina bajêr û astengkirina tevgerkirinê jî, kolan dîsa jî tijî bûn. Her wiha di nava agahiyan ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin de cih digre ku rejîma Îranê li Serdestê zêdetirî 250 wesayiyên leşkerî û zirxî teqwiyê kiriye û rêveberiya awertê ya nefermî avakiriye.

Bajar bi bariyeran hat dorpêçkirin

Tê dîtin ku rêyên gund jî di nav de derdorê bajarê ku bi blokên betonê hatiye dorpêçkirin veguheriye garnîzona xwezayî, li derdora bajêr bi bariyerên beton nuqteyên kontrolê hatine çêkirin. Tê diyarkirin ku telefonên şêniyên gundên derdorê yên ku dixwazin bên navenda bajarê Serdeştê tên kontrolkirin, bi pirskirina gûzergaha wan tên tacîzkirin û di wesayîtan de “lêgerîna zirav” tê kirin. Her wiha hate diyar kirin ku li bajar polîsên rejîma Îranê tevahiya şevê hejmarek zêde malan re serdegirtin pêkanîne û di serdegirtinên “lêgerîn” kirine de kiryarên girtin-binçavkirin pêkhatine, lê agahiyên bihejmar nehatin bidestxistin.

Rejîm çek bikaranî

Li bajarên Mehabad, Ciwanro û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê jî çalakiyî hatin li dar xistin. Li Pîranşarê çalakvanan rêya Seqiz-Bane dan ber agir û li trafîkê girtin. Dîsa li bajarên Sinê, Urmiye, Hamedan, Îsfafan, Kirmaşan, Îlam û Karaj jî çalakî berdewam kir. Di çalakiyên bi şewitandina posterên alîgirê rejîmê û hilweşandina bustan pêkhat de, li avahiyên hikûmetê re jî meş hatin pêkanîn. Hat dîtin ku di çalakiyên li Kirmaşanê pêkhatin de polîsên rejîma Îranê çek bikaranîn.