Li Xezaye ji bo bihêzkirina jinên xwediyên projeyên biçûk perwerde hat dayîn

Ji bo bihêzkirina jinên xwediyên projeyên biçûk di warê aborî û îdarî de û pêşxistina şiyanên wan û afirîneriyê de kursên perwerdeyê li ser birêvebirina projeyên biçûk ji bo jinan hatin organîzekirin.

Xeza - Ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî û îdarî de û pêşxistina şiyanên wan ên aborî û afirîneriyê, Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Zagonî û Parastina Jinan kursên perwerdeyê li ser birêvebirina projeyên biçûk ji bo jinan organîze kir. Perwerde li ser birêvebirina projeyên biçûk û têgeha projeyê û pêkhateyên wê, hînkirina beşdaran jêhatîbûnên teknîkî û pîşeyî yên girêdayî hewcedariyên bazara kar bû.

Koordînatora projeyê Wafa Heles diyar kir ku armanca sereke bi van perwerdeyan ew e ku jinên pêşeng ên xwediyên projeyên piçûk in û xwedî jêhatîbûn in, dest bi projeyên biçûk bikin û projeyên xwe bi pêş bixin û bi rê ve bibin û da zanîn ku di her perwerdeyê de 20 jin ji hemû herêmên Xezayê 4 rojan li pey hev hatine hilbijartin.