Çalakiya xizmên windayan di hefteya 702'emîn de ye

Xizmên Windayan, di hefteya 702’emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Mûsa Kolûman ê ku li Bismîlê hat qetilkirin, pirsîn.

Amed Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, di hefteya 702’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” de li hev civiyan. Xizmên windayan yên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê li hev civiyan, wêneyên kesên di cînayetên kiryar ne diyar de hatin qetilkirin, hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mûsa Kolûman ê ku di 23'ê tîrmeha sala 1997'an de li navçeya Bismîlê ji aliyê polîsan bi Torosa Spî tê revandin, pirsîn. 

“Li ser axa Kurdistanê rijandina xwînê kêm nabê”

Di çalakiyê de destpêke Rêveberê ÎHD ya Amedê Yakup Guven mafê axaftinê girt, diyar kir ku 702 hefte ye malbat û ÎHD li qadan li aqûbeta windayan dipirsin û lê berpirsiyar li hember daxwaza malbatan bêdeng mane. Guven bal kişand ser Qetlîama Zaxoyê û got: "Mixabin li ser axa Kurdistanê qetlîam, êriş û rijandina xwînê kêm nabe. Em vê qetlîamê şermezar dikin û dixwazin ku kujerên qetlîamê werin darizandin.” Yakup Guven destnîşan kir ku ew li dijî gefên li ser Baroya Amedê li kêleka baroyê cih digirin û got: "Baroya Amedê têkoşîna mafan dide. Baroya Amedê mîrasa Tahîr Elçî ye û li pey heqîqetê ye." 

“Dosyaya Mûsa Kolûman bê encam ma”

Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz daxuyaniya hefteyê xwend. Firat Akdenîz da zanîn ku Mûsa Kolûman bavê 4 zarokan bûye û hatiye windakirin û got: “Herî dawî kesên ku Mûsa Kolûmanê dîtîne bi lêv dikin ku polîsan bi zorê wî li Torosa Spî siwar kirine û revandine. Piştî revandinê heta niha tu agahî ji Mûsa Kolûman nehatiye girtin. Malbat serî li Serdozgeriya Bismilê dide lê bersiva ‘Nehatiye binçavkirin’ digire. Fermandarê Cendirmeyan yê Bismilê Îzzet Cural ê wê demê ku tevî ku gelek kesan li navçeyê revandiye jî derbarê wî de tu tiştek nehatiye kirin û ceza lê nehatine birîn."

Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştre çalakî bi dawî bû.