'Li Xezayê ji ber kêmxwarinê pitik li ber çavên cîhanê dimirin'

UNICEF'ê da xuyakirin ku di van rojên dawî de li Xazayê herî kêm 10 zarokan ji ber kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dane û got: "Pitik ji ber kêmxwarinê li ber çavên cîhanê hêdî hêdî dimirin."

Navenda Nûçeyan- Êrîş û ambargoya ku Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023’an de li ser Xezayê dabû destpêkirin berdewam dike. Dîrektora Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Adele Khodr têkildarî mirina pitikên kêmxwarinê yên li Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da.

'Mirinên zarokan bi tirs pêk tên'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kêmxwarinî herêma Xezayê wêran kiriye û tirsa mirina zarokan heye û di van rojên dawî de li Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Zîvala Xezayêyê herî kêm 10 zarok ji ber kêmxwarinî û bêhêziyê mirin.

'Dibe ku pêşî li van mirinan bê girtin'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xezayê di hindik nexweşxaneyên mayî de belkî zêdetir zarokên ku ji bo jiyanê têdikoşin hene û li bakur jî zarokên ku nikarin xwe bigihînin lênêrînê zêdetir in û ev mirinên trajîk û hovane yên ku dikarin pêşbînî bikin û bi tevahî dikarin werin pêşîlêgirtin.

'Mirov birçî û westiyaye'

Di daxuyaniyê de teqezî li ser wê yekê hat kirin ku kêmbûna berbelavbûna xwarinên xurdemenî, ava paqij û xizmetguzariyên tenduristiyê, herwiha astengkirina gihandina alîkariyên mirovî, bandorê li pitik, zarok û dayikan dike, bi taybetî li deverên bakur xelk birçî ne, westiyayî û trawmatîk in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî lêkolîna kêmxwarinê ya ku ji aliyê UNICEF û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) di meha Çileyê de li bakurê Xezayê pêk anî, hat ragihandin ku ji sedî 16’ê zarokên ji 2 salî biçûktir û ji sedî 5’ê zarokên li bajarê Refah ê li başûrê welêt bi kêmxwariniya giran re rû bi rû ne.

'Jiyana bi hezaran pitik û zarokan bi tedbîrên lezgîn ve girêdayî ye'

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji rêxistinên mirovî yên weke UNICEF’ê re derfet bê dayîn ku krîza mirovî ya li Xezayê paşde vegerînin, pêşî li birçîbûnê bigirin û jiyana zarokan rizgar bikin û hate xwestin ku alîkariya alîkariyan jî di nav de beşê bakur neyê astengkirin an dereng xistin..Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Xezayê pitikên bi kêmxwarinê re rû bi rû ne li ber çavên cîhanê hêdî hêdî dimirin. Jiyana bi hezaran pitik û zarokên din bi tedbîrên lezgîn ve girêdayî ye ku niha bêne girtin."