'Em ê 8'ê Adarê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' pêşwazî bikin

Jinên Herêma Firatê diyar kirin ku ew ê 8'ê Adarê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' pêşwazî bikin û ji bo parastina destkeftiyan banga mezinkirina têkoşînê kirin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê – 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 24’ê Sibatê ve dest pê kir. Jinên pêşeng ên şoreşê ku di nava hefteyekê de bi gelek çalakiyên 8'ê Adarê pêşwazî kirin, destnîşan kirin ku 8'ê Adarê roja mezinkirina têkoşînê ya li dijî dagirkerî, mêtîngerî û tecrîdê ye. Jinên Herêma Firatê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re nirxandin kirin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Hedla Hesen 8'ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir û got: 8'ê Adarê ji bo her jineke berxwedêr a ji bo hebûn û nasnameya xwe têdikoşe rojeke girîng e. Dîroka 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vedigere salên 1800'î. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 8'ê Adara 1857'an de agirê têkoşîna jinan ji aliyê 40 hezar jinên karkerên tekstîlê ve hat pêxistin. Di grevê de 129 jin di şewata ku di kargeheke tekstîlê de dest pê kiribû de jiyana xwe ji dest dan. Di 16'ê Kanûna 1977'an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî qebûl kir ku 8'ê Adarê wekî 'Roja Jinê ya Cîhanê' were bibîranîn."

Roja berxwedan û têkoşînê ye

Hedla Hesen da zanîn ku ji roja 8'ê Adarê û vir ve jinên cîhanê roja 8'ê Adarê weke roja berxwedan û têkoşînê pêşwazî dikin û wiha got: "Di dîrokê de jin ji aliyê zîhniyeta desthilatdar ve rastî neheqî û koletiyê hatiye.  Zîhniyeta paşverû hewl dide jinan bixe bin kontrola xwe da ku jin nikaribin daxwaza mafên xwe bikin jin tevî van hemû entrîka û astengiyan jî bê tirs berxwedana xwe didomînin.”

'Berxwedana jinên di sala 1857'an de li DYA'yê jiyana xwe ji dest dan dewam dike'

Hedla Hesen da zanîn ku bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin li dijî zîhniyeta baviksalarî têdikoşin û got ku berxwedana jinên di sala 1857’an de li kargehê hatin şewitandin îro jî didome. Hedla Hesen bal kişand ser wê yekê ku jinan ji bo guhertin û veguhertinê di civakê de berdêlên mezin dane û wiha berdevam kir: “Jin ji bo guhertina zihniyeta desthilatdariyê ji malbatê ber bi eşîretan û bi giştî di civakê de têkoşîn da. Têkoşîna jinên Rojhilata Navîn di civaka xwe de ne ewqas hêsan e. Îro dema ku behsa berxwedana jinê tê kirin, yekem Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bîra mirov. Şoreşa Jinê ya Rojava neheqî û koletî têk bir. Jin di hemû saziyan de cihê xwe digirin û pêşengiya xwe îsbat kirine."

Endama Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Kobanê Bêrîvan Cumah têkildarî têkoşîn û berxwedana jinan ev tişt got: “Bi destkeftiyên şoreşê re jin her sal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mafên xwe û nasnameya xwe di nava têkoşînê de ne. Em têkoşîna xwe bi rojekê bi sînor nahêlin, hemû rojên me bi têkoşîn, berxwedan û daxwaza azadiyê derbas dibin. 8’ê Adarê roja ku jin koletî, neheqî û biçûkxistinê red dike. Jinan gelek destkeftî bi dest xistin, ev destkeftî bi hêsanî bi dest nexistin. Ji ber vê yekê pêwîste jin ji bo parastina destkeftiyên îro têkoşînê bidomînin.”

'Bi şoreşê re jinan her tişt paşde girt'

Berîvan Cûmah destnîşan kir ku pergalên zîhniyeta desthilatdar û baviksalarî li dijî jinan şer kirin û ji mafên herî bingehîn ên jinan bêpar kirin, lê bi belavbûna fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re jin tiştê aîdê xwe dîsa girt wiha gotinê xwe domand:“Jin îro xwedî biryar in, xwedî fikr in û di asta siyasî, civakî, leşkerî û aborî de xwe bi cih kirine. Ji ber vê sedemê em her sal soza berdewamkirina têkoşînê û parastina axa xwe nû dikin.

'8'ê Adarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e'

Rêvebera Tevgera Hîlala Zerîn a Herêma Firatê Vahîde Silêman der barê 8’ê Adarê de ev nirxandin kir: “8’ê Adarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Em her sal bi dirûşmeyên cuda û bi ruhê têkoşînê ku her ku diçe mezin dibe vê rojê pêşwazî dikin. Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên gelêrî û dirûşmeyên daxwaza azadiyê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî dikin. Îsal em ê heştemîn pêşwazî bikin. Em ê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' ku li gelek welatên cîhanê bûye dirûşma hemû jinên cîhanê pêşwazî bikin."