Li Xezayê hejmara miriyan bû 30 hezar û 960

Li Xezayê ku êrîşên Îsraîlê bênavber berdewam dikin û gel bi tîbûn û birçîbûnê hatiye mehkûmkirin hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 30 hezar û 960.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê di roja 155’an de berdewam dikin. Wezareta Tendirustiyê ya li Filistîn der barê rewşa dawî ya li herêmê de daxuyaniyek nivîskî weşand û daneyên li ber destên xwe parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de 82 Filistiniyan qetil kiriye û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bûye 30 hezar û 960. Di heman demê de destnîşan kir ku di êrişa herî dawî de 122 Filistînî birîndar bûne, bi vê jî hejmara birîndaran bûye 72 hezar û 524. Hat bibîrxistin ku ji sedî 70 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di nava xirbe û li ser riyan hê cenaze hene û ji ber astengiya Îsraîlê tîmên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.

Li gorî daneyên NY, li Xezayê herî kêm 8 hezar û 900 jinan jiyana xwe ji dest dane. Nêzî milyonek jin û zarokên keç ji cihê xwe bûne. Zêdeyî 3 hezar jinan hevjînên xwe winda kirine û neçar mane berpirsyariiya malbatê bigrin.