Şêniyên Firatê ji bo Efrînê meşiyan

Gelê Kobanê di salvegera 6’emîn dagirkirina Efrînê meşiyan. Jinên di meşê de diyarkirin ku ewê ji bo rizgarkirina Efrînê her di nava têkoşînê de bin.

Kobanê- Bi wesîleya 6’emîn salvegera  dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyê wî ve, îro li bajarê Kobanê meş pêk hat.

Meşa ku bi diruşmeya “Na ji dagirkirina Efrînê re” hat birêxistinkirin, di nav de bi sedan şêniyên wê, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Kongreya Star, ciwan û Meclîsa Malbatên Şehîdan amede bûn.

Meşê bi hilgirtina şaxên zeytûnan, wêneyên têkoşerên berxwedana Serdemê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qada Jina Azad destpêkir û li qada Aştî bi dawî bû. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî berxwedana Serdemê” hatin berzkirin.

Jinên ku tevlî meşê bûn, helwesta xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Em ji bo rizgarkirina Efrînê û parastina jinan amede ne’

Endama kordînesyona Kongreya Star ya navçeya Şêranê Nadiya Hiso wiha got: “Dewleta Tirk bi armanca parçekirina axa Rojavayê Kurdistanê û xistina nava erdîngariya Tirkiyê, Efrîn dagirkir. Li hember van planan em dibînin ku gelê Efrînê yek deqe jî dest ji berxwedana xwe ya vegera Efrînê bernadin. Ji ber ku em gelekî wiha ne ku em nahêlin tu hêz axa me dagir bike û veguherîne parçeyek ji welatên xwe. Bi taybet di mijara kiryarên li hember jin pêk tên, em gelek bi hêrs û kîn in. Ji bo rizgarkirina û parastina jinên Efrînê be jî, emê dagirkeriyê Tirk têk bibin. Lewra em ji Kobanê deng, hest û hêza xwe tevlî nava gelê Efrînê dikin ku em ji bo rizgarkirina Efrînê bi dil û can amede ne. Emê bi vê hevgirtinê herêmên xwe yên dagirkirî rizgarkirin bikin û warên xwe vegerînin. Em li ser vê bingehê bang li jinên Efrînê jî dikin ku ew jî rabin ser piyan û ji bo jiyaneke bi rûmet dengê xwe bilind bikin.”

‘Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike’

Her wiha hevseroka Encûmena Gel a kantona Firatê Roşîn Mehmûd got: "Berxwedana gelê Efrînê ya li hember dewleta Tirk ku 58 rojan dewam kir, em dikarin weke mezintirîn berxwedanên di vê serdemê de binav bikin. Dewleta Tirk bi hinceta ku li ser sînorên wan teror heye, Efrîn dagirkirin. Lê dema ku em îro bûyerên di Efrînê de pêk tên binêrin, emê têgihêjin ku terora herî mezin dewleta Tirk û kiryarên wan e. Efrîn bajarekî Kurdan yê resen e, dewleta Tirk jî dixwaze bi vê dagirkeriyê re nasname û hebûna Kurdan qir bike. Xelekên van êrîşan li tevahî Kurdistanê pêk tên ku em dibînin bi hemû rêbazan gelê Kurd aramanc digre. Sekna gelê Kobanê ya di meşê de li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk bersiv e ku doza Kurd li dar e û emê ji van êrîşan bandor nebin.”