Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 112

Wezareta Tendirûstiyê ya li Filistînê, ragihand ku li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de 31 hezar û 112 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê di roja 157’emîn de berdewam dike û tu encam ji hewldanên agirbestê yên beriya meha Remezanê derneket.

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tendirustiyê ya li Filistînê, ji 7'ê Cotmehê heta niha 31 hezar û 112 Filistînî di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tendirûstiyê, da zanîn ku di 24 saetên dawiyê de 67 kesan jiyana xwe ji dest dane û di 157 rojan de 72 hezar û 760 kes jî birîndar bûne.

Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye, roja Yekşemê ragihand ku Hamas ji bo agirbestê bi awayekî erênî li hevdîtinan dinêre. Îsmaîl Haniye, wiha got: ‘’Ez bi awayekî zelal tînim ziman ku  berpirsiyariya lihevkirinê aîdî Îsraîlê ye. Her çawa dibe bila bibe em bi awayekî erênî li berdewamkirina hevdîtinên agirbestê dinêrin.’’

Tevî ku hêviyên agirbestê berdewam dikin, li Filistînê gel bi awayekî bêhêvî li benda xwarin û alîkariyan e. Hewl tên dayîn ku alîkarî jî bi awayên cuda werin şandin.  Ji hin herêmên Filistînê re alîkarî ji hewayê tên şandin û balafirên Emerîka, Fransa, Belçîka û Misirê jî tevlî operasyona dawî ya alîkariyê bûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) jî şandina alîkariyan yên bi rêya hewayî û behrî bi qasî şandina alîkariya bi rêya bejayî tesîrê nake û şûna wê nagire.